Jinên ciwan bi meşekê nerazîbûnên xwe li hember êrîşan nîşan dan 2019-08-08 10:32:26   ŞEHBA - Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîş û gefên li ser xaka Başûrê Kurdistanê meşek bi meşale, bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Xakûrk û Kurdistanê serî hildin", li Navçeya Ehdasê hat lidarxistin.   Bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Xakûrk û Kurdistanê serî hildin", Yekîtiya Jinên ciwan a Herêma Efrîn û Şehbayê ji Efrînê heya Xakûrkê ne razîbûnên xwe li hember êrîşan dan nîşandan û bi meşekê êrîşên dewleta ên Tirk ser xaka Kurdistanê şermezar kirin. Bi sedan  jinên ciwan, sazî û meclîs, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevlî meşê bûn.   Meş ji destpêka Navçeya Ehdasê heya qada gundê Maratê dewam kir. Di meşê de jinan alên Yekîtiyên Jinên Ciwan, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê, her wiha pankarta bi nivîsa "Ji îxanetê re na", "Bese ji qirkirin, talankirin û îxanetê re", Çiyayên Xakûrkê goristana dijmin e” û meşale hilgirtin.   Meş bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî têkoşerên azadiyê dest pê kir. Paşê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê Rêgaz Hemo daxuyanî xwend.   Daxuyanî wiha ye: "Di vê dema awarte de guhertin û veguhertinên siyasî yên ku di Rojhilata Navîn û giştî dinyayê de kirîza nedemokratîkbûyinê nîşan dide. Dewleta tirk bi şerekî teknîkî êrîşî nirx û çanda Qendîl, Xakûrk û giştî Kurdistanê dike. Diyare ku Partiya AKP’ê bi hemû planên xwe yên qirêj dixwaza Xakûrk, Qendîl û Başûrê Kurdistanê têk bibe. Li Sûriyeyê jî gefên dewleta Tirk li dijî Rojhilatê Firatê pêk tê, di hundir xwe de ev gef  li dijî projeya netewa demokratîk  û wekheviya gelan ên ku li Rojhilata Navîn dijî ye.    Dewleta Tirk li El Bab, Cereblûs û Efrînê guhertina demografîk pêk anî. Niha jî dixwaze li hemû Rojavayê Kurdistanê vê guhertinê pêk bîne. Li hemberî desthilatdarî û dagirkeriya Tirkiyê li ser nirx û çanda Xakûrk, Qendîl Bakur û Rojhilata Sûriyê em weke jinên ciwan van gef û êrîşên dewleta faşizim a Tirk bi awayekî tund şermezar dikin. Bi dirûşmeya ‘Li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Xakûrk û Kurdistanê serî hilde’ em ê li berxwe bidin. Em weke jinên ciwan helwesta xwe li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didin. Em dibêjin em dev ji ax û têkoşîna xwe bernadin."   Meş bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Efrînê", bi dawî bû.