Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç: Em bi tabloyek reş re rû bi rû ne 2019-08-08 09:10:46   Rengîn Azîzoglu   AMED - Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç, ya li ser yek ji pirsgirêkên herî girîng yên bajarên herêmê zewacên di temenê zarokatiyê de û li ser welîdîna di temenê biçûk de xebatan dimeşîne, da zanîn ku hejmar pir zêde ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê tablo ne baş e. Daneyên der barê vê mijarê de metirsîdar in.”   Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasî (SAMER) di rojên borî de xebata xwe ya li ser zewacên di temenê biçûk de û welîdîna di temenê biçûk de parve kir. Daneyên aîdê Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) ya di navbera sala 2015-2018’an de hatin lêkolînirin û li 20 bajarên herêmê hejmara zarokên di navbera 15-17’yî de hatine zewicandin 35 hezar û 258 hat tespîtkirin û hat gotin ku 349 zarok jî di bin temenê 15’yî de ducanî mane. Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç der barê xebata ku meşandin de nirxandin kir.   ‘Plana çalakiya lezgîn pêwiste’   Yukselê da zanîn ku zewaca zarokan ku aliyekî din yê îstîsmarê ye, pisgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye û di vê mijarê de jî bajarên herêmê dertên pêş. Yukselê wiha got: “Li gorî daneyên TUÎK’ê di mijara zewaca zarokan de sîcîla Tirkiyeyê zêde ne paqij e. Di vê mijarê de bi giştî divê li Tirkiyeyê li dijî zewaca zarokan plana çalakiya lezgîn pêk bê. Zewaca zarokan ji temenê 11’an dest pê die. Em bi daneyên wisa re hatine rû hev.”   ‘Ji ber pirsgirêk girîng e, me ev xebat da destpêkirin’   Yukselê da zanîn ku ji ber girîngî dane vê pirsgirêkê dest bi xebatek wisa kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo me gelek girîng e ku bi daneyan qadeke têkoşînê ya bi tendurist bê xêzkirin. Yek ji şertên veguhestina civakî û xurtbûna civakî, pêşî girtina li zewaca di temenê zarokatiyê de ye. Me dem bi dem got em vê xebatê bimeşînin. Me got em tespîtên qadê bikin lê çend sal berê qadeke baş tunebû. Li aliyê din jî xebatên tespîtê têr nedikirin. Mixabin em bûn şahid ku saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan li herêmê der barê vê mijarê de bi awayeki sîstematîk xebatek nemeşandine.”   ‘Di dema pevçûnan de zewaca zarokan zêde bûye’   Yukselê got wan biryar dane ku daneyên 2015-2018’an ên TUÎK’ê lêkolîn bikin û got di sala 2015’an de demokrasî û azadiya Tirkiyeyê hejiya ye û destkeftiyên zayenda civakî ketine xeterê û got: “Me dît ku di pêvajoya pevçûnan de zewaca zarokan dîsa rû daye. Li 20 bajarên herêmê di navbera temenê 15-17’an de hejmara zarokên hatine zewicandin 35 hezar û 258 derbas dike. Di bin temenê 15’yî de jî 346 zarokên ku hatine zewicandin welidî ne. Li seranserê Tirkiyeyê jî rewş ne cuda ye.”   ‘Li Tirkiyeyê tablo ne baş e’   Yukselê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di serî de rêxistinên jinan, hemû rêxistinên saziyên civakî divê dest bidin hev, pisgirêkê çareser bikin û divê zext li hikûmetê bê kirin ku qanûnên têkildar û mekanîzmayên kontrolê ava bikin. Yukselê di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku li Tirkiyeyê tablo ne baş e û bi tabloyeke metirsîdar re rûbirû ne.