'Armanca wan ne ewlehî dagirkirin e' 2019-08-07 14:16:30   AMED - Salîha Aydenîz a ku di daxuyaniya li ser gefên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê û operasyona ku tê xwestin li ser Rojava bê kirin de axivî wiha got: "Ger ku armanca Tirkiyeyê ewlehiya sînor bûye wê ji 'ewlehiya hevpar a li ser sînor re' bigot 'belê'.  Tirkiye li ser xeta Efrîn Qamişlo û Şengalê hesabên dagirkirinê dike."   Kongreya Civaka Demokratik (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP), Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadî, (PİA), Partiya Komînist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (KDP), Partîya Azadî, Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiyeyê (TKDP), li dijî operasyonên TSK’ê yen der sinor a “Pençe” û hewldanên operasyonên Herêma Bakur û Rojhilatên Sûriye daxuyaniyek hevpar dan. Partiyên Kurd li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu daxuyanî da. Nûnerên partî û rêxistinên Kurd tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi zimanê kurdî û tirkî ku hat dayîn ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz û Endamê PDK-T'ê Ozan Kardaş ve hat xwendin.    'Mafê kurdan ku bibin xwedî statu heye'   Salîha bal kişand ser operasyonan û wiha got: "Dagirkerîya Îran û Tirkiyê ya li Heremê Kurdistan û Rojava berfirehtir û kûrtir dibe. Bi taybetî operasyonên Artêşa Tirk (TSK) yên ji sala 1980î vir de yên bi hêceta "sedemên ewlehîyê" tu pêywendîya van operasyonan bi ewlehîyê re tune ne û ev operasyon pirsgirêka kurd kûrtir dikin. Ji avabûna komara Tirkîyê heta niha pirsgirêka Kurd bi sîyaseta ewlehîyê çareser nebûye û çareser jî nabe."     'Niştecihên li kampan  di bin tundiyê de ne'   Salîha anî ziman ku armanca Tirkiyeyê ne "ewlehiya sînor e" anî jî "herêmeke ewl e ye" ger ku derdê wê ewlehiya sînor bûye wê ji pêşniyara 'ewşehiya hevpar re bigta 'belê' û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Herwiha ewlehiya sînor jî di bin ewlehiya NATO ya ku tirkiye endamê wê ye de ye. Yanî pirsgirêkek bi vî rengî tune ye.  Tirkiye dixwaze li ser xeta qamişlo û Şengalê  hesanên dagirkeriyê dike. Plansazî, komkirina leşkeran li ser sînor û dersînor avakirina karakol û pratîka Efrîn-Şehba-Xakûrkê nîşaneyên dagirkeriya mayînde ne. Îran jî heman pratîkê li Heremî Kurdistana û Rojava bi pêş dixe. Hêyne Niştecihên wargeha Mexmûrê ya di bin çavdêriya neteweyên yekbûyî de (UNHCR) di bin fişar û çavdêrîya van hêzan de ne."    Salîha partî û tevgerên ku daxwazên xwe ragihandin jî xal bi xal wîha vegot:    "*Em dagirkeriya dewleta Tirk û dewleta Îranê ya li Heremê Kurdistan û Rojava şermezar dikin. Divê dawî li vê dagirkerîyê bê anîn û leşker bên vekişandin. Şer û dagirkerî ne çareserî ye. Em bang li van hêzan dikin.. pirsgirêkan di zemîneke aştîyane û demokratîk de bi mûhatabên Kurdistanî re çareser bikin. Dev ji rê û rêbazên hatine ceribandin û encam jê nehatîye standin berdin.   Em bang dikin ku bila hemû hêzên Kurdistanî di vê mijarê de hestîyar bin û alîkarê sepandina mafên desthilatdarî yên Heremê Kurdistana Azad bin. Alîkarê bicihanîna ewlehîya hemwelatiyan û parastina xaka welat bin.    *Di seri de em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (UN), NATO, Konseya Ewropayê (CE), Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (EU) û rêxistinên navnetewî dikin ku yên dixwazin axa Heremê Kurdistan û Rojava dagir bikin, hişyar bikin. Bila bidin zanîn ku pirsgirêkên heyî tenê bi rêyên aştiyane û demokratîk dikarin bên çareserkirin. Bi vî awayî ji wan hêzên di serî de me behskirî daxwaziya alîkarîyê dikin.    * Em ji gelên Tirkiyê, îranê, ji gelên herêmê, kesên demoqrat û ji raya giştî daxwaz dikin ku li hemberî van hewlên dagirkeriyê re bibêjin " ji şer û dagirkerîyê re Na!"   *Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê derkevin. Li hemberî pirsgirêkan dev ji berjewendîyên hizbî berdin û dest biavêjin berjewendîyên Kurdistanî.  Heke em bi çaveke Kurdistanî xwedî li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê dernekevin, em hemû wê bin bikevin. Roj roja xwedîderketina li destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê ye. Roj ew roj e ji destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê re bibêjin "YÊN ME NE"    *Daxwaza me ji çapemeniya kurd e; di vê pêvajoya hestîyar de dev ji geşkirina pirsgirêkên hizbî yên partîyên Kurdistanî berdin.  Li hemberî gefên yana qada ewlehîyê yan jî wek moxolan em ê agir berdin her deverê bi hişmendîyek Kurdistanî xwedî li destkeftîyên Kurdistanê derkevin. Çapemenîya Kurd divê hewla piçûkkirina pirsgirêkan bide ne mezintirkirina wan.   *Di 5'emîn Salvegera Komkujîya (Genocide) Êzîdîyên Şingal'ê de biryara Parlamentoya Kurdistanê ya bi yek dengî roja 3'yê Tebaxê wek roja Komkujîya Êzîdiyan pejirandî watedar dibînin û silav dikin.   Daxuyanî piştî bersivandina pirsên rojnamegeran bi dawî bû.