Jinên belçîkî: Şoreşa jinên Rojava ji jinên cîhanê bû hêvî 2019-08-07 11:59:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Jineolojiyê ji jinên belçîkî re li ser Jineolojî û Gundê Jinwar semîner dan.   Li bajarê Liege yê Belçîkayê bi daxwaza saziya 'Têkoşîna li dijî tundiya malbatî' Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê semînerek ji komek ji jinên Belçîkî re da. Li gel jinên belçîkî gelek jinên koçber û jinên ji çandên cuda jî tevlî semînerê bûn. Di semînerê de gundê Jinwar ê li Rojavayê Kurdistanê û mijara Jineolojiyê hatin nirxandin.   Endama komîteya Jineolojiyê li Ewropayê Necîbe Qeredaxî û endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Aysel Ariş li semînerê axivîn.  Di destpêka semînerê de der barê Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê li  ser taybetmendiiyê cografîk, çandî, siyasî, civakî û dîrokî agahiyên berfireh hatin pêşkêşkirin. Piştre jî şoreşa Rojava Kurdistanê û pêşengiya jinan di vê şoreşê û guhertina ku armanc kiriye hatin vegotin.   Der barê gundê Jinwar de jî hate gotin, ku ne tenê cihê niştecihbûnê ye, di heman demê de qada ji nû ve avakirinê û zemîna guhertina kesayetî û pêşvebirina kesayetê ye.   Jinên belçîkî jî diyar kirin ku jinên li Rojava bi têkoşîna xwe ya li dijî tundiya malbatî û bi gundê jinwar bûne mînak ji jinên cîhanê re.