Siyasetmedarên li Mêrdînê girtî hatin sirgunkirin 2019-08-07 11:57:45   MÊRDÎN - Di hefteya borî de di encama operasyona li Mêrdînê hatibû kirin de siyasetmedarên hatibûn binçavkirin û piştre hatin girtin, hatin sirgûnkirin.    Di hefteya borî de li Mêrdînê di operasyona binçavkirinê de bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" 4 siyasetmedar hatibûn girtin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dihatin girtin, hatin sirgûnkirin. Hevserokên DBP'ê yên Mêrdînê Leyla Bozkurt û Şeyhmus Sûn, Endamê PM'a HDP'ê Alaatin Zugurlu, Endamê HDP'ê Sedat ay hatin sirgunkirin.    Li gor agahiyên malbatan dan hat diyarkirin ku girtiyên siyasî ji Girtîgeha Mêrdînê sirgunî Girtîgeha Tipa T û D yên Amedê bûne. Her wiha malbatan ragihandin ku ew li rêveberiya girtîgehê geriyane û rêveberiyê diyar kiriye ku haya wan ji tiştekî wiha tune ye.    Piştî agahiyên ku hatin girtin Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay bi rêveberiya girtîgehê hevdîtin pêk anî û Ebru diyar kir ku Leyla Bozkurt sirgunî Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tipa T a Amedê û siyasetmedarên din jî sirgunî Girtîgeha Girtî ya Tipa D a Amedê hatine kirin.