Li Qoserê rojên filîman dest pê kir 2019-08-07 11:14:26   MÊRDÎN - Rojên filman ên ku ji aliyê Şaredariya Qoserê tê organîzekirin li sê kuçeyan bi 3 filmên bi navê "Meş","Strana Dayikan Min" dest pê kir.    Do bi şev Rojên Filman ên ku ji aliyê  Muduriyeta Karê Civakî û Çandî yê Şaredariya Qoserê tê organîzekirin li sê kuçeyan bi 3 filmên bi navê "Meş","Strana Dayikan Min" dest pê kir. Gel eleqeyek zêde nîşanî filman dan. Kesên ku bi hev re filîm temaşe dikirin bi hev re dikeniyan û kêliyên hestiyarî dijiyan.    Bi awayekî baldar filîm hatin temaşekirin   Hevserokên Şaredariya Qoserê Nilufer Elik Yilmaz û Zeyni Îpek jî bi gel re filim temaşe kirin. Bi awayekî baldar filîm ji aliyê gel ve hatin temaşekirin.   Piştî pêşandana filîman hevserokên Şaredariya Qoserê axivîn û anî ziman ku ew kelecana bi gel re dijîn. Hevserokan bi lêv kirin ku dema wan li filman temaşe kirine ew çûne rojên berê û çalakiyên bi vî rengî ji gel baş in.    Ew ê rojên filman îro û sibehê bidome.