Navenda Jinan a Rewşan ji nû ve tê vekirin 2019-08-07 09:17:21   MÊRDÎN - Navenda Jinan a Rewşan ya di bin banda Şaredariya Şemrexê de ku ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, ji aliyê jinan ve dîsa ji xizmetê re dê bê vekirin. Endama Meclîsa Şaredariya Şemrexê Fehîme Hamarat, da zanîn ku wê demek kurt de saziyê vekin û dest bi xebatan bikin.   Piştî OHAL’ê bi KHK’yên hatin îlankirin re, qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê hatin kirin û qeyûmên ku hatin tayîn kirin jî ewil saziyên jinan yên şaredariyan girtin, midûriyetên jinan fes kirin. Di pêvajoya hat jiyîn de gelek saziyên jinan ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, di 3 salên derbas bûyî de jî ji bo jinan tu xizmet nehatiye kirin. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredarî dîsa ketin destê HDP’ê û çawa HDP hat ser peywirê saziyên ku hatibûn girtin ji nû ve vekirin.   Qeyûm di roja duyem de navenda jinan girt   Li navçeya Şemrex a Mêrdînê, qeyûmê tayînê şaredarîyê bû, di roja duyemîn de Navenda Jinan a Rewşen girt û navê wê guhert, navend veguhert pirtûkxaneyê. Tevî ku jê re digotin pirtûkxane, li navendê texrîbatek mezin hat dîtin. Piştî hilbijartinan jinên çûn navend kontrol kirin, diyar kirin ku xaliyên navendê ji ber gemarê bi erdê ve zeliqîne.   ‘Jinan sê salan xizmet nedîtin’   Endama Meclîsa Şaredariya Şemrexê Fehîme Hamarat destnîşan kir ku ji bo navendê ji nû ve vebikin dest bi xebatan kirine û wiha berdewam kir: “Sê sal berê çawa qeyûm hat sazî girtin. Nav guhertin û qaşo kirin pirtûkxane. Lê sê salan girtî ma. Dema me de li wir qurs dihatin dayîn, navend tije jin bûn. Bi jinên gundan re têkiliya me hebûn. Piştî qeyûm sazî hat girtin û cihekî ku jin biçin neman.”   ‘Em ê demek kurt de dest bi xizmetê bikin’   Fehîmeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wan ji nû ve ji bo xizmeta gel dest bi xebatan kirine û wiha dawî lê anî: “Çawa me dest pê kir, karê me yê ewil çalakkirina saziyan bû. Girêdayê vê me koperatîf ava kir û em ê di pêşerojê de gelek tiştên cuda bikin. Niha me navenda xwe vekir û em ê dest bi xebatan bikin. Navend gelek texrîb bûye. Em ê boyax bikin û dest bi xebatan bikin.”