TJA'yê di çarçevoya kampanyayê de çopên li ber gola Wanê kom kir 2019-08-07 08:40:14   WAN - Di çarçevoya kampanyaya 'Ji bo guhertinê tu jî rabe ser piyan' jinan li ber sahîla gola Wanê çop kom kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) bi kampanyaya ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ li dijî tecrîd, şîdeta li ser jin û zarokan, tacîz û tecawizê, krîza aborî, qirkirina xwezayê starta kampanyayê li Wanê jî dabû. Di vê çarçoveyê de li Wanê bi tevlîbûna hevşaredara Bajarê Mezin Bedîa Ozgokçe Ertan, hevşaredara navçeya Riyaarmûşê Şehsade Kurt û aktivîstên TJA'yê ji bo ku balê bikşînin ser qirêjiya gola bi berdilk ku nivîsa “Ji bo xwedî derketina jiyanê tu ji rabe ser piyan” li ser hatibû nivîsandin, li xwe kirin. Jinan li ber sahîla Îskeleyê çopên derdorê kom kirin. Jinan bi dirûşemêyên“Ji bo xwedîderketina jiyanê tu jî rabe ser piyan” dest bi komkirina çopê kirin.    Piştî komkirina çopên derdorê jinan li Parqa Yaşar Kemal “Golê paqij bihêlin” belav kirin.    Bername dê sibehê li sahîla Tuşbayê bidome.  Bernameya komkirina çopan dê heta sê rojan berdewam bike.