Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin 2019-08-06 16:42:30   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’yê Gulanê de, di 22’yê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê Heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.   Parêzerên Abudullah Ocalan piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, bû 13 car serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn.