Li Amedê qeza pêk hat: Jinek birîndar bû 2019-08-06 16:04:01   AMED - Li Rezana Amedê ajokarek ji ber leza zêde li jinek dema ku derbasî aliyê din yê rê dibû, xist.    Li Navçeya Rezan a Amedê ajokarê li wesayeta bi plakaya 21 KK 070 ji ber leza zêde li jinek dema ku derbasî aliyê din yê rê dibû, xist. Jina ku xwest derbasî aliyê din ê rê bibe birîndar bû û mudaxaleya yekem ên der û dorê kirin.    Jina ku birîndar bû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyubî ya Amedê.