Jinên Mêrdînê: Em ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin 2019-08-06 14:20:40   MÊRDÎN - Platforma Şahmeran a Jinan a Mêrdînê, êrîşên di demên dawîn yên li ser jinan tên kirin şermezar kir û got ku ew ê li dijî vê tundiya li ser jinan a wekî binçavkirin, girtin û kuştinê hata dawîn têkoşîna xwe berdewam bikin.    Platforma Şahmeran a Jinan a Mêrdînê, derbarê girtinên dawîn û zextên li ser jinan de daxuyanî da. Di daxuyaniya li li Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Xizmetê yên Cemaweriyê hat dayîn de jinên endamên platformê tevli bûn.    Daxuyanî ji aliyê Endama platformê Aysel Erlol xwend û wiha got: " Zihniyeta çewsîner a li dijî jinan didome. Em ji roja ku hatine avakirin heta niha li dijî tundî, tacîz, tecawiz, kuştina jinaqn û zihniyeta ku hebûna jinê ya di siyaseta demokratîk de asteng dike, derketine û ji niha şûn ve jî em ê derkevin ."    'Tehemûla desthilatdariyê nemaye'     Ayşsel bal kişand ser binçavkirin û girtina jinên endamên wan ên hefteya borî û ev tişt got: "Jinên ku têkoşîna jinê bi rê ve dibin bi awayekî keyfî hatine binçavkirin û girtin. Hebûna jinê ya di siyaseta demokratîk de û siyasetkirina jinê hatiye astengkirin. Desthilata siyasî, bi salan e kesên ji polîtîkayên wê yên aborî û siyasî nexweşin û van polîtîkayên wê rexne dikin, tehmûl nake û dixwaze wan bi binçavkirinan bitirsîne. ."   'Dê têkoşîna jinê bidome'   Di berdewamê de Aysel destnîşan kir ku dê tundî, binçavkirin û girtin ji bo têkoşîna jinê nebin asteng û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em jin her ku biçe dê têkeoşîna xwe mezintir bikin. Em ji vir bangî desthilatdariya siyasî dikin û dibêjin ku hevalên me yên jin ku tenê di qada demokratîk û qanûnî de têkoşînê didin û hatine binçavkirin û girtin, berdin. Her wiha divê azadî û maf bên berfirehkirin û hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û rêxistibûnê bên rakirin. Em jin her hebûne û hebûna xwe bidomînin jî. Girêdayî vê yekê dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin."   Daxuyanî bi dûrişmên "Jin jiyan azadî" û çepikan bi dawî bû.