Du cenazeyên Tetwanê radestî malbatên wan hatin kirin 2019-08-06 13:39:52   BEDLÎS -  Piştî 10 rojan, cenazeyên 2 endamên HPG’ê Ayşe Başaran û Ecet Akay ên di encama êrîşa balafirên şer de li çoltera gundê Cangiza ya girêdayî navçeya Tetwanê jiyana xwe ji dest dan, dan malbatan. Cenazeyê Bahar Acar jî li morga nexweşxaneyê tê rawestandin.    Piştî 10 rojan cenazeyên 2 endamên HPG’ê Ayşe Başaran (Amara Hîwroj) û Ecet Akay (Xelîl Çiyazan) ên di encama êrîşa balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a di 27’ê Tîrmehê de, li çoltera gundê Cangiza ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, dan malbatan. Hat diyar kirin ku cenazeyê Bahar Acar (Dorşîn Rûbar) jî li morga nexweşxanê tê rawestandin.    Cenazeyê Akay li goristana Karşiyaka ya Tetwanê hat definkirin û destûr hat dayîn tenê ferdên malbatê beşdarî beşdarî merasîma cenaza bibin. Malbata Başaran jî cenazeyê keça xwe girin û ji bo defin kirin birin Amedê.