Çalakiya Mertalên zindî berdewam dike 2019-08-05 14:29:37     KOBANÊ -  Çalakiya mertalên zindî yên Kantona Kobanê li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewam dikin. Di çalakiyê de ev peyam hat dayîn: "Tu carî em nahêlin ku dagirkeriya Tirk bihustekê ji axa me dagir bike."   Çalakvanên mertalên zindî bi israr berxwedana xwe li ser sînor didomînin. Çalakiya gundê Qeremox yê li Rojhilatê Kobanê di roja 20'an de, Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya herêma Firatê dewir girtin.   Guhertina nobetê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Suleyman Setam El- Keeyîşîş axivî û wiha got: "Îro li vir li ser sînor em careke din sonda xwe nû dikin. Sonda me ya yekem ew ax bi xwîna têkoşerên azadiyê hatiye rizgar kirin, em nahêlin ku dagirkeriya tirk bihustekê jê bigire. Em hemû pêkhateyên vî welatê gef û êrîşên dewleta tirk natirsin û em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Hemû mirovên ku pê heqiqetê ne em dibêjin ku derê dibin bila bidin, bila ber xwe bidin. Dê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibe mînaka azadî û wekheviya gelan."   Her wiha çalakiya mertalên zindî bi dirûşmên "Bijî berxwedana gelan", "Bimre dagirkerî" û "Serkeftin ya me ye"  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nobet dewir girt.