'Bi riya çalakiyên xwe em ê şûnwarên xwe biparêzin' 2019-08-05 11:57:45   Sara Şêx Hesen   HELEB - Jinên ku tevlî pêşengeha Banga Şaristaniyê ya li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bûne dan zanîn ku Dewleta tirk dixwaze cihên dîrokî tune bike û gotin:" Em ê bi çalakiyên xwe şûnwarên xwe biparêzin."   Pêşengeha Banga Şaristaniyê li Mala Yekîtiya Ciwanan a taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê hat li darxistin. Armanca pêşengehê li ser binpêkirina dewleta tirk a li ser şûnwarên Efrînê ye. Jinên ku tevlî pêşengeha Banga Şaristaniyê ya li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bûne hestên xwe anîn ziman.    'Talankirina şûnwaran sûcekî navneteweyî ye'   Raniye Cefer li ser pêşengehê axivî û wiha got: "Dema me li pêşengehê mêze dikir em pê gelek êşiyan. Dewleta tirk Efrîn talan kir û gelê wê jî koçber bûn. Talankirina şûnwaran sûcekî navneteweyî ye, divê hemû cîhan bêdeng nemînin li ber vê dagirkeriyê. Mafê kesekî tune ye ku şûnwarên ku bi hezar salane bixe cihê bazirganiyê. Em bi hêvî ne ku di demeke nêz de Efrîn ji dagirkeran were rizgarkirin."   'Gelê efrînê xwedî dîrokek kevnar e'    Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê Medya Hemdik jî bal kişand ser çand û dîroka Efrînê û wiha axivî: "Me xwest bi riya vê çalakiya xwe ji cîhanê re ragihînin dewleta tirk di hundir Efrînê de çawa şûnwarên Efrîniya binpê dike. Gelê Efrînê xwedî dîrok û çandek kevnar e. Weke em dizanin şûnwar şaristaniya me dide diyarkirin, dewleta tirk şûnwaran hildiweşîne. Alavên dîrokî cihê wan talan dike û difroşe. Ev bi xwe sûcekî navnetewî ye, divê mirovên bi wijdan, li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin."