Desthilatdarî û sazî şîdetê zêde dikin: Divê têkoşîn bê mezinkirin 2019-08-05 09:04:23   MÊRSÎN - Endama Komîsyona Jinan a Baroya Mersînê û Berpirsa Hiqûqî ya Komeleya Navenda Îstîsmara Zarokan a Naveneteweyî Semra Kabasakal da zanîn ku desthilatdarî û saziyên dewletê şîdeta li ser jinê zêde dikin û li dijî şîdeta li ser jinan bi hevkariyên nû dikare têkoşîn bê mezinkirin.   Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha gulanê de 37 jin û 14 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetikirin, 28 jin ji aliyê xizmên wan ve rastî şîdetê hatine, 27 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Dadgeha ji bo 9 mêrên şîdet û îstîsmar pêk anîne ji ‘rewşa baş’ ceza daxistin û di meha hezîranê de jî mêran 40 jin qetil kirine. Hat diyarkirin ku 26 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatine qetikirin.   Endama Komîsyona Jinan a Baroya Mêrsînê û Berpirsa Hiqûqî ya Komeleya Navenda Îstîsmara Zarokan a Naveneteweyî Semra Kabasakal bi lêv kir ku gotinên desthilatdarî û saziyên dewletê şîdeta li ser jinan zêde kirine û wek çareserî jî mezinkirina têkoşînê nîşan dan.   ‘Divê jin perwerdehiyan bigirin’   Semrayê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qadên jiyanê tên tengkirin û yên mafên wan tên tunekirin jî jin û zarok in û got: “Baroya Mêrsînê di vê mijarê de xebat meşandiye. Ev xebat di alî pêşîgirtina şîdeta li ser jinan tê kirine. Mafê jinan ji wan tên girtin. Naxwazin jin bixebitin, bixwînin. Ev rewş her diçe zêde dibe. Divê ewil jin perwerdehiyê bigirin. Em Komeleya Xweza û Hawirdorê ya Mêrsînê li ser pirsên ‘divê bajarên dostên jinan çawa bin’, ‘hewcedarî bi bajarên çawa ku jin dikarin lê bijîn heye’ dixebitin. Ji ber vê divê jin ewil bê perwerdekirin. Jin mafên xwe yên tedbîran parastinê û yên din nizanin.”   ‘Divê jin serî li yekîneyan bidin’   Semrayê her wiha got ji ber vê di bin komîsyonên jinan de hinek yekîne ava kirine û wiha pê de çû: “Tê payîn ku jin serî li van yekîneyan bidin. Em wek Baroya Mêrsînê di mijara şîdeta li ser jinan û mijara îstîsmara zarokan de piştgiriya hiqûqê didin. Ev piştgiriyên me bê pere ne. Em di mijara piştgiriya hiqûqî de hejmara xwe zêde bikin, em bawer dikin ku wê guherîn çêbibe.”   ‘Ya herî girîng û riya rast divê bêdengî tune be’   Semrayê anî ziman ku ya herî girîng û riya rast ev e ku divê tu kes li dijî îstîsmar û şîdeta li ser jinan bêdeng nemîne û got: “Bi taybet divê jinên şahid demildest serî li saziyan bidin. An jî wê şîdet roj bi roj zêde bibe. Gotinên desthialtdariyê di demên dawî de bûye sedema zêdebûneke cidî ya kuştinên jinan. Bi taybet jî bi gotinên olî dixwazin şîdeta li ser jinan rewa bikin. Divê li dijî her cureyê şîdeta li ser jinan jin di têkoşîna ku didin de yekîtiya hêzê ava bikin. Di yekîtiya hêzê de divê mêrên ku mafê jinan diparêzin jî bibin hevkar. Gotinên desthilatdariyê yên şîdeta li ser jinan zêde dikin, ji aliyê saziyên dewletê ve piştgiriyê dibînin. Li dijî tiştên tên jiyîn divê jin bibin bersiv. Her ku tora têkoşînê bê zêdekirin wê şîdet jî ji holê rabe. Divê li dijî hemû rewakirin û ferzkirinan têkoşîneke xurt bê pêşxistin.”   ‘Divê kanûna hejmara 6284'an ji nû ve bê nirxandin’   Semrayê balkişand ser qanûna hejmara 6284'an a Pêşîgirtina Şîdeta li Ser Jinan û Parastina Malbatê û got ev qanûn parastina malbatê esas digire û got divê ev qanûn ji nû ve bê nirxandin.