ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-05 09:00:00   *Endama Koordînisyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Endama Tora Serkirdeyên Aşîtiyê Stêr Qasim avakirina destûreke ku mafê jinan diparêze,dinirxîne. Stêr diyar kir ku biryarnameya ku di sala 2000'an de di meclisa ewle de hatibû girtin û li Sûriyê nehat pêkanîn wê Meclisa Jinê pêk bîne." DÎMEN HEYE   *Kovara Jîneolojîyê bi dosya ‘siyaseta demokratîk’ bi hejmara xwe ya 14’emîn re derket pêşberî xwendevanên xwe. Edîtora kovarê Ruşen Seydaoglu wiha got: “Ne tenê jin, divê mêr jî jîneolojiyê bixwînin, nîqaş bikin û xwe lêpirsîn bikin. Em bi jîneolojiyê re ji nû ve difikirin, ji nû ve hildiberînin û xwe digihînin jiyana ku em dixwazin.” DÎMEN HEYE   * Endama Komîsyona Jinan a Baroya Mersînê û Berpirsa Hiqûqî ya Komeleya Navenda Îstîsmara Zarokan a Naveneteweyî Semra Kabasakal da zanîn ku desthilatdarî û saziyên dewletê şîdeta li ser jinê zêde dikin û li dijî şîdeta li ser jinan bi hevkariyên nû dikare têkoşîn bê mezinkirin. DÎMEN HEYE   *Seroka Koperatîfa Pêşvebirina Çandinî ya Pulurê Hatayî Demîr, balkişand ser girîngiya koperatîfan a ji bo hilberîneran û wiha got: “Şîrketên mezin, polîtîkayên binpêkirinê bikarhêneran mexdûr dikin. Berhemên ku erzan ji hilberîneran digirin dikarin pir biha bifroşin.Mijara herî sereke ya koperatîfan ev e ku saziyên navbeynkar ji holê rabe û têkiliyekê di navbera hilberîner û bikarhêner de ava bike.” DÎMEN HEYE   *Yavuz Ozdemîr li kuluba sporê ya xwediyê wê bû li hember zarokan îstîsmara zayendî pêk anî û di rojen borî de rûniştina wî ya yekem pêk hat. Parêzera dosyayê Gîzem Ozden got: “Ev şexs hêza xwe ji arenaya siyasî digire. Bi awayekî ecêb du caran biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn. Piştî îtîraza sêyem doz tê vekirin. Di 2016’an de jî ev şexs ji ber îstîsmarê hatiye gilîkirin. Lê ne federasyon û ne jî dozgeriyê tedbîr negirtiye.”