HDP: Em Jenosîda Êzidiyan û silsileya fermanan şermezar dikin 2019-08-03 10:58:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 5'emîn salvegera komkujiya Êzidiyan de HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Em bang li hemû mirovahiyê dikin, da ku li dijî jenosîd, komkujî û qetlîaman bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di têkildarî komkujiya Êzidiyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de rûpeleke reş û tarî li dîroka vê axa qedîm hat zêdekirin. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna li hemberî qetlîaman hat dayîn.    'Rûpeleke reş li dîrokê hat zêdekirin'    Di daxuyaniya nivîskî de qala çeteyên DAIŞ’ê hat kirin û daxuyanî wiha dom kir: "DAÎŞ ji aliyê dewletên dervê û hêzên emperyalîst ve tên piştgirîkirin û êrîşî Şengalê kirin. Jin, zarok, kalemêr-pîrejin jî di nav de ji 5 hezaran zêdetir Êzidî hatin qetilkirin. Bi hezaran kes hatin dilgirtin, sed hezar kes koçber bûn. Piştî komkujiyê bi hezaran jin li bazaran hatin firotin. Bi vê êrîşê re rûpeleke reş li dîrokê hat zêdekirin û ev êrîş wek Fermana 73’yemîn di hişûbîra civaka me yê Êzidî de bi cih girt. Êrîşa di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat, ji aliyê Parlamena Ewropayê ve wek “Jenosîda Êzidiyan” hat naskirin. Sazî û dezgehên navneteweyî di raportên xwe de ev êrîş wek “sûcên li dijî mirovahiyê” pênase kirin, lê desthilatiya siyasî ya li Tirkiyeyê ev komkujî bi awayekî fermî şermezar nekir û helwestek li dijî wê nîşan nedan."   'Bêdeng nemînin'   Di daxuyaniya HDP'ê de li ser polîtîkayên li hemberî Êzidiyan nirxandin hat kirin û ev tişt hat gotin: "Li ser êrîşê 5 sal derbas bûn, lê birînên Êzidiyên Şengalê hê jî nehatine dermankirin. Hin dewletên herêmê dixwazin ku fermana 73’emîn a ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû destpêkirin, bigihînin armancê û wê temam bikin. Divê hemû hêzên navneteweyî li dijî vê xetereyê bêdeng nemînin û bi berpirsyarî tevbigerin."   'Têkoşînê bilin bikin'   Daxuyaniya ku bi minasebeta salvegera fermanê hatî dayîn wiha hat bi dawî kirin: "Hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi dilek xemgîn bi bîr tînin. Em banga têkoşîna li dijî komkujiyê li tevahiya mirovahiyê dikin. Em bangî hemû mirovahiyê dikin, da ku li dijî jenosîd, komkujî û qetlîaman bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin."