Walîtiya Colemêrgê ji bo Vedat Ekîncî daxuyanî da 2019-08-02 13:30:43   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê têkildarî kuştina zarokê 14 salî Vedat Ekîncî yê li Rûbarokê di gulebarana eskeran de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Walîtîyê parast ku Vedat Ekincî bi guleya eskeran a pekiya ye ji yana xwe ji dest daye.    Eskerên TSK'ê  li Gundê Çemê Kurk ê bajaroka Rûbarokê ya Colemêrgê, li ser gundiyên ku li ser sînor qaçaxvanî dikirin gule reşandin. Gundiyên qaçakvaniya sînor dikirin dema ji Herêma Federe ya Kurdistanê vedigeriyan, eskerên TSK'ê  gule li ser welatiyan reşandin. Eskeran di gulebaranê de zarokê 14 salî Vedat Ekîncî li cihê bûyerê kuştin. Walîtiya Colemêrgê têkildarî kuştina zarokê 14 salî Vedat Ekîncî yê li Rûbarokê di gulebarana eskeran de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Walîtîyê parast ku Vedat Ekincî bi guleya eskeran a pekiya ye ji yana xwe ji dest daye. Walîtiyê diyar kir ku di 01.08.2019'an de 2 kîlometre li nava Sînorê Bakurê Iraqê yê dervê Navçeya Ruparakê kesên xwestine têkevin sînor, yekîneyên wan hişyariya "Raweste" kirine û wiha got: "Lê kesên ji dervê sînor hatin ji ber li hişyariya "raweste" guhdar nekirine guleyên hişyariyê berdane û ji ber gule pekiya ye welatekî me birîndar bûye û welatiyekî me jiyana xwe ji dest daye."