Li Mexmûrê fermana 3'yê tebaxê hat bibîranîn 2019-08-02 09:14:44   MEXMUR - Ciwanên Wargeha Mexmûrê bi minasebeta 5'emîn salvegera fermana 3'ê tebaxê bernameyek organîze kir û di bernameyê de diyar kirin ku di sedsala 21'an de komkujiyeke bi vî awayî rûreşiya tevahiya dewlatên cîhanê ye û got: "Em li hemberî hovitiyê bêdeng namînin,  jin û ciwanên Kurd dê li hemberî komkujiyan xwe biparêzin.'    Bi pêşengiya ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), bi minasebeta fermana 73'yan bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bernameya ciwanan bi daxuyaniyê dest pê kir, piştre bi axaftin û sînevîzyonê dom kir. Daxuyanî ji hêla Kajin Uzek ve hat xwendin.    'Alîkariyê didin DAÎŞ'ê'   Kajin di daxuyaniyê de qala 3'yê tebaxê ya sala 2014'an kir û wiha got: "Bi hevkariya dewlata tirk a dagirker û hêzên emperyalîst, DAÎŞ'ê bi awayekî hemwext êrîşê Şengal û Mexmûrê kir. Li wargeha Mexmûrê şerekî mezin qewimî û di encamê de nuçegihana jin Denîz Firat şehîd ket. Di heman demê de jî li hemberî Şengalê fermana 74'an a li hemberî civaka Êzidiyan pêk hat. Jin hatin revandin, bi tecawizê re rûbirû man, hatin qetilkirin û ji cîh û warê xwe hatin koçber kirin. Bi mudaxaleya Tevgera Azadiya PKK ê li Mexmûr û li Şengalê berxwedaneke mezin nîşan dan û gel  ji destê DAÎŞ'ê rizgarkirin. Di sedsala 21'an de komkujiyeke bi vî awayî rûreşiya tevahiya hêz û dewlatên cîhanê ye. Lê mixabin li şûna pêşî li DAÎŞ'ê bigirin bi awayekî veşartî alîkariya madî didin van."   'Hêza xwe ya parastinê ava kir'   Kajin, bal kişand ser helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya wê demê û wiha dom kir: "PDK'ê ji ewlehiya Şengalê berpir bû lê berpirsiyariya xwe pêk neanî. Hikûmeta Îraqê heta niha jî ji bo vê fermanê lêpirsînek nekiriye. Bi van êrîşan dixwazin çanda Êzdiyan ji holê rakin. Lê berxwedana jin û civaka Êzidî bi ser ket. Şervanên YJŞ û YBŞ'ê ji bo parastina çanda xwe têkoşîn dan. Bi saya fikir û felsefeya Rêbertiyê civaka Êzidî xwe ji nû ve birêxistin kir û hêza xwe ya parastinê ava kir."   'Divê ciwan bêdeng nebin'   Kajin, di dawixa axaftina xwe de bang li ciwanan kir û gotin divê li hemberî hovitiyê tu carî bêdeng nemînin û wiha bi dawî kir: "Divê hêzên dagirker bizanin ku dê jin û ciwanên Kurd dê hesabê van komkujiyan bi pirsin. Her wiha di pêvajoya niha jî em lê dînêrin ku PDK'ê di xeta îxanetê de ye. Li hemberî Mexmûr û Şengalê polîtîkayên qirêj dimeşîne. Em li hemberî hovitiyê bêdeng namînin û divê tevahiya jin û ciwanên Kurd li hemberî dewlata tirk hişyarbin. Bi awayakî rêxistinî tevbigerin û bi rûhe tolhildana şoreşgerî rabin ser piyan."