Bedîa Akkaya: Em li dijî qirkirina jinê dikevin tevgerê 2019-08-02 09:13:04   Berîtan Canozer   AMED - Plana meha Tebaxê ya kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma ‘ji bo guherîn û azadiyê rabe ser piyan’ hat destpêkirin hat aşkerakirin û endama TJA’yê Bedîa Akkaya wiha got: “Li her qadê qirkirinek jinê hat jiyîn. Em niha li hemû qadan dikevin tevgerê. Em ê qadên alternatîf ava bikin. Em ê eniya jinê tifaqa jinê berfireh bikin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî qirkirina jinê, kuştin, îstîsmara zarokan û komkujiya xwezayê di 19’ê Tîrmehê de bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ kampanya da destpêkirin. TJA’yê bi çalakî û bernameyê starta kampanyayê da destpêkirin û mehekê wê bi forum, konvoyên mor, meş û daxuyaniyan, jin daxwazên xwe bidin bihîstin. Endama TJA’yê Bedîa Akkaya armanc û bernameya kampanyayê vegot.   ‘Kampanya der barê hewcedariya civakî derket holê’   Bedîayê bi lêv kir ku kampanya di encama hewcedariyekê de derketiye holê û wiha got: “Me wek civak hem bi berxwedan û em jî bi konsepta êrîşê encamên berfireh derxist holê. Di encama van de derket holê ku hewcedarî heye ku di vê pêvajoya ku plana têkbirinê di meriyetê de ye, reaksiyonek xurt derkeve holê. Bi awayekî cidî hewcedariyên civakî derketin holê. Kampanya TJA’yê di encama hewcedariya civakî de derket holê.”   ‘Modernîteya demokratîk û modela rêya sêyem rojeva me ya sereke ye’   Bedîayê daxuyakirin ku pratîk û mînakên şênber bûne, di nokteya ku divê têkoşîneke çawa bê meşandin de rê daye ber wan û di mijara ku divê çawa têbikoşin de nîqaşên berfireh meşandine û got: “Em bi jinan re hatin cem hev û li ser hewcedariyên jin û zarokan, yên xwezayê axivîn. Me fikrên xwe diyar kirin ku em van êrîşên li hember van xweşikahiyan çawa beralî bikin. Wê kampanyaya me berfireh be. Me niha 6 meh bernameya xwe diyar kir. Wê berdewamiya wê jî hebe. Di vê kampanyayê de 6 xalên me yên sereke hene. Modernîteya demokratîk û modela rêya sêyemîn jî wê rojeva me ya sereke be.”   ‘Wê têkoşîneke piralî be’   Bedîayê her wiha bi lêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de gelek xebatên atolyeyê plan dikin û li Marmara, Ege, Çukurova, Serhed, Amed û gelek bajarên din van atolyeyan pêk bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê bajar nemîne. Em ê li hemûyan pêk bînin. Em ê li dijî êrîşan di pozîsyona berxwedanê de bin. Wê pêvajoyeke têkoşîna piralî be.”   ‘Em li dijî qirkirina jinê bikevin tevgerê’   Bedîayê destnîşan kir ku ji bo saziyên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin, ji nû ve ava bikin dest bi xebatan bikin û got: “Divê em saziyên ku li dijî her cureyê şîdetê disekinin ava bikin. Em ê bi ekîbên jinan yên ava bikin çareseriyê pêk bînin. Em ê hewl bidin ku yek jinek jî bê muxatab nemîne. Em ê li dijî qirkirina jinê bikevin tevgerê.”   Bedîayê der barê plansaziya mehane jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me duh li Amedê konvoya mor pêk anî. Ev bi armanca zayendperestiya di trafîkê de pêk hat. Em ê vê konvoyê li gelek bajaran pêk bînin. Em ê li gelek bajaran bi awayekî hevdem kursiyên jinan ava bikin û pirsgirêkên jinan biaxivin. Em ê dengê jinan bi vî awayî bidin bihîstin. Wê gelek bernameyên me yên dîtbarî jî hebin. Em ê meş, mîtîn û semîneran, foruman û panelan pêk bînin.”