Tara Hûsên:Destkeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê hedef tên girtin 2019-08-02 09:03:39   Roj Hozan   SILÊMANÎ - Berdevka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Hûsên rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê nirxand. Tarayê got:"Dewleta tirk bi dagirkeriyê destkeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê hedef digire. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bê îrade û lawaz maye. Siyaseta teslîmiyetê li ser tê meşandin. Ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re li ser tunekirina PKK'ê li hev kirine."   Berdevka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Hûsên rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê nirxand. Tarayê wiha got:"Dewleta tirk dijberiya doza Kurdan dike û xweseriya Gelê Kurd qebûl nake. Divê li dijî vê yekê helwestek hevpar a gelê Kurd hebe. Li dijî lîstikên dagirkeriyê divê em rêxistinbûyina xwe xurtir bikin."   'Li Başûrê Kurdistanê demokrasî di nava malbata Barzanî ya desthilatdar de tê astengkirin'    Tarayê wiha got: "Ev nêzî salekê ye li ser hilbijartinên  parlamenteriya Başûrê Kurdistanê re derbas bû. Di nava hilbijartinê de nûnerên partiyên desthilatdar û partiyên ku berê opozisyon bûn cih girtin. Ev parlemana ku hat avakirin dikarîbûn desteya xwe a hilbijartinê ya nû çêbike. Desteya hilbijartina berî niha serokê wê Nêçirvan Barzanî bû di nav de jî qala demokrasiyê dikir, lê di rastiya xwe de ew bi xwe kesên desthilatdar in. Rêveberî di nava destê malbatekê de maye û demokrasî nayê pejirandin. Niha jî Mesût Barzanî serokê hikûmeta nû ye û Nêçirvan Barzanî erkê serokê herêmê girtiye. Demokrasî di hindirê malbata desthilatdar de tê astengkirin û di nav de jî diktatoriyeta xwe li ser gelê herêmê didin meşandin."   'Hikûmeta Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta tirk bûye'      Di berdewamiya axaftinên xwe de Tarayê bal kişand ser rewşa aloziya Başûrê Kurdistanê û wiha axaftina xwe domand: "Li Başûrê Kurdistanê bi dehan çalakvan, rojnemevan û siyastmedar di zindanên PDK'ê de hene. Gelek kesên ku hatina kuştin, kujerê wan nehatine hukimkirin. Ev kiryarên qirêj asta hovîtiya vê partiya desthilatdar dide nîşandan. Em wekî Tevgera Azadî û hêza jina azad opozisyoneke fikirî li ser esasê demokrasiyê û rastiyê didin meşandin, ji bo wê jî  her tim  em rastî astengî, girtin û tundiyê tên. Em hêvî dikin ku  dengeyên demokrasiyê di nav hikûmeta wan de hebin, lê mixabin ji wextê ku hikûmeta nû hatiye avakirin em rastî êrîş û dagirkirina  derve tên.  Hikûmeta Başurê Kurdistanê bê îrade û lawaz maye. Her tim teslîm dibin. Em dibînin îro gelê sivîl tên kuştin tu kes dengê xwe nake, lê dema ku mîtek tê kuştin her kes di nava tevgerê de ye. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê  erzanî ji gelê xwe re qebûl kiriye, ji bo wê jî tim em rastî dagirkeriya dewleta tirk tên axa me dagir dikin û ezmanê me topbaran dikin."   'Ji bo alozî bi dawî bibe divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta tirk nebe'     Tarayê da zanîn ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo xwe ji berpirsiyartiya van êrîşan dûr bixe tim bi rêya hincetan dixwazin gel bixapînin û wiha dirêjî li axaftina xwe: "Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tim hinceta wan hêzên azadîxwaz  yên kurdî ne. Ew dibêjin ne ji hêzên azadîxwaz be, tirkiye êrîş nake. Em hemû dizanin ku tu hêzên azadîxwaz ji Başûrê Kurdistanê êrîşî Tirkiyê nekirine, ne jî êrîşî Îran kirine, ev hincet armanca wê xwe ji berpisyartiyê xelas bike ye. Lê ev yek dibe sedema aloziyên mezin. Ji bo alozî bi dawî bibe divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta tirk nebe."     'Li pêşberî  desthilatdaran bêdengî heye'   Tarayê destnîşan kir ku bêdengî li hember desthilatdaran heye û wiha axaftina xwe  dom kir: "Em dikarin bêjin niha xaka Başûrê Kurdistanê bê xwedî ye. Ji derveyî  Tevgera Azadî civaka Kurdistan, gelê welatparêz tu partiyeke hakim tune ye ku  xwedî li  çand, hebûn û nasnameya xwe derkevin. Pilanên partiyên desthilat wisa bû ku opozisyonek radîkal li hember wan nebe. Li pêşberî  desthilatdaran bêdengî heye."   'Dewleta tir di nava  xwe de şikandineke mezin dijî'   Tarayê bal kişand ser rewşa kirîza Tirkiyeyê û wiha got: "Bê guman dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ne nû ye. Lê em dikarin bêjin ku hikûmeta AKP'ê şikandineke mezin di hilbijartinên li Tirkiyeyê jiya. Bi taybet derbeya mezin binkeftina li  Stenbolê bû. Tirkiye di nava kirîzeke aborî û siyasî  de ye. Eger em lê binêrin di asta civaka navnetewî de jî hindek zext li Tirkiyeyê tên kirin. Dibe kêm be jî, lê bi nêrîna me dibe ku dixwazin ji Tirkiyeyê re bêjin êdî ji siyaseta te ya xelet re bes e."   'Di nava dewleta tirk de parçebûnek heye'   Tarayê behsa binkeftinên Tirkiyeyê yên leşkerî jî kir û wiha domand:"Eger em binirxînin dewleta tirk binkeftinên leşkerî jî dijî. Di aliyê şikandina hevkarê wê û çeteyên wê yên DAIŞ'ê û hewldanên wê  yên dagirkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê da ku desthilatdariya xwe li herêmên kurdan mayinde bike, hemû pilanên wê di nava van binkeftinan de têk çûn. Piştî dagirkirina Efrînê di nava  Dewleta Tirkiyê de  parçebûnek çêbûye. Bi texmîna me de wê partiyek di nava partiya Erdogan de çêbibe, partiyeke derveyî îradeya Erdogan. Çêkirina vê partiyê wê darizandinekê di nava AKP'ê de çêbikê. Desthilatên diktator li çi cihî be dema metirsî tê  li ser hukmê wan êrîş dikin."    'Heta em xwe neparêzin kesek me naparêze'   Tarayê di dirêjiya axaftina xwe de behsa planên dewleta Tirk ya li ser Başurê Kurdistanê kir û wiha pê de çû: "Erdogan û desthilatdarên alîgirê wî dixwazin mîsaqê milî bi cih bikin û careke din imparatoriya xwe ye Osmanî li ser Rojhilata Navîn mayinde bikin. Dîsa dîrokekê li ser xwe tomar bikin û pergala xwe serwer bike. Em dizanin hêviyên wan hene Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Her mirovakî ku siyaseta Tirkiyê nas kiribe, wê zanîbe ku dixwaze Başûrê Kurdistanê bike Kibrisa duyemîn. Armancên Tirkiyê diyar in li aliyekî dagirkirina Başûrê Kurdistanê, li aliyekî  din destegirtina  sînorê Rojavayê Kurdistanê  û parçebûnekê di nava kurdan de çêbikê. Baweriya me heye ku gelê me xwedîderketinê li axa xwe bike. Heta em xwe neparêzin kesek me naparêze."   'Mijara Tirkiyeyê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê hebûna PKK'ê ye'   Tarayê qala hevkariya di navbera Tirkiyeyê û hikûmeta Başûr  de kir û wiha domand: "Rêkeftinek di navbera partiyên Başûrê Kurdistanê PDK'ê û Erdogan de heye. Niha ji bo mayîna deshilatdariya wan, li ser tunekirina PKK'ê bi hev re alîkar in. Em dizanin ku niha Erdogan amade ye ku bi partiyên dijbertiya kurdan dikin lihevkirinan bike. Mijara wan hebûna PKK'ê ye. Me di referendoma Başûrê Kurdistanê de dît ku çawa Erdogan dijbertiya wan kir û  xweseriya kurdan  qebûl nekir. Ji bo wê jî partiyên Başûr hîn siyaseta AKP'ê fêm nekirine, yan jî naxwazin fêm bikin. Tenê di fikira wan de eger PKK'ê tune bibe ew ê bimînin li ser kursiyên xwe. Lê bila hikûmeta Başûrê Kurdistanê baş bizanîbe eger PKK  tune bibe ku nabe, wê Erdogan wan ji kokê de tune bike."   'Tirkiye li dijî destkeftiyên Gelê Başûrê Kurdistanê şer dike'   Tarayê wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heya niha partiya Şoyî  dagirkerî qebûl nekiriye, lê wekî helwesteke cidî li ser asta dewleta Îraqê hîn nehatiya pejirandin. Êrîşên Tikriyeyê li ser navê PKK'ê tên kirin lê cihên ku tên topbarankirin PKK lê tune ye, ev dide diyarkirin ku Tirkiye li dijî destkeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê ye. Çend caran Erdogan bi xwe dibêje ku ew poşman in ku  rê daye statuyek li Başûrê Kurdistanê çêbibê. Tirkiye axa gel dagir dike. Ev rastiyeke her kes divê di ferqa wê de be  û vê dagirkeriyê qebûl neke."   'Divê em dijminatiya Tirkiyê ji doza kurdan re qebûl ne kin'   Tarayê di dawiya axaftina  xwe de  bang li gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu hêviyên gel ji partiyên Başûrê Kurdistanê re nemaye. Li hember wê jî hêzên azadîxwaz hene ji Çalakvan, Akademisyen, Siyasetmedar û huquqnas û di nav de jî jin û ciwan pêwîst e ew xwedî derketinekê çêbikin. Divê desthilatdar fêm bikin ku ev qonaxeke dîrokî ye. Wê sibe gel wan bixwaze. Kesên ku dixwazin welatê wan azad bibin ew ên ku xwedî exlaq in û di çarçoveyeya demokrasiyê de siyasetê dikin. Siyaset xwedîderketina li axa xwe ye. Pir girîng e ku hêzên kurdî werin gel hev  û rêyên demokrasiyê hilbijêrin. Pêwîst e bi vî rihî her kes tev bigere û dijminatiya Tirkiyeyê ya ji doza Kurdan re qebûl nekin."