Li Nisêbînê kampanyaya 'Siberoja xwe neavêje çopê' 2019-08-01 10:58:59   MÊRDÎN - Xebata paqijiyê ya ku ji aliyê "Dildarên Nisêbînê" bi dirûşma "Siberoja xwe neavêje çopê" hatibû destpêkirin didome.    Xwendekarên zanîngehê yên ku bi navê "Dildarên Nisêbînê" hatine gel hevdu bi dirûşma "Siberoja xwe neavêje çopê" kampanyaya paqijiyê dabûn destpêkirin. Xebata paqijiyê ya ku ji aliyê "Dildarên Nisêbînê" bi dirûşma "Siberoja xwe neavêje çopê" hatibû destpêkirin didome. Xebata paqijiyê ya ku Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Semire Nergiz jî beşdar bû, do di saetên şev de dest pê kir. Semîreyê da zanîn ku xwendekaran bi vê helwestê bûnin mînakek baş û got ew ê her dem piştgiriyê bidin çalakiyên bi vî rengî.