Zarokê 8 salî ku ji qiriqa xwe birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da 2019-08-01 10:52:48   AMED - Li navçeya Peyasê zarokê 8 salî ku ji qiriqa xwe birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasê ya Amedê duh êvarê 2 kesan kêrê dan stûyê zarokê bi navê Cîhan Gîder (8) û qiriqa wî birîndar kirin. Gîderê ku bi giranî birîndar bû, ji bo tedawîkirinê bi ambûlansê rakirina nexweşxaneyeke taybet. Gîder li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxaleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gîder ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî.    Polisan li cihê bûyerê vekolîn kir û zarokên bi navê D.B. (17) û B.B. (8) ên gumanbar binçav kir. Polisan her du zarokan jî bir Şaxa Zarokan a Miduriyeta Polisan a Amedê. Lêpirsîna ku têkildarî bûyerê hat destpêkirin jî didome.