Buhayê gaza xwezayî ji sedî 15 hat zêdekirin 2019-08-01 10:20:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Buhaya bikaranîna gaza xwezayî ji sedî 15 hat zêdekirin.    Li Tirkiyeyê bedela krîza aborî ku demek dirêjê didome welatî didin. Her ku krîz derket û şûnde hemû pêdiviyên jiyanî ku divê bên bikaranîn çi bigire ji sedî sed û jordetir buhayê wan zêde bû. Piştî hilbijartina herêmî û bi taybet jî ya Stenbolê ku hat îptalkirin û şûnde dîsa hemû tişt hat zemkirin. Herî dawî jî  buhayê gaza xwezeyî hat zêdekirin.    Lijneya Sererastkirina Piyasaya Enerjiyê (EPDK), di daxuyaniya xwe de diyar kir di buhayê gaza xwezayî de sererastkirinên nû hatine kirin û îro ev sererastkirin ketin meriyetê. Li gorî sererastkirinê ji sedî 15 zem hat ser buhayê gaza xwezayî.