Meyan Hesen ya êzidî: Fermanê birînên bêderman vekirin 2019-08-01 09:01:59   Nûpelda Tekoşîn   ŞENGAL - Di ser fermana 3'yê tebaxê ya sala 2014'an re 5 sal derbas bû. Şahida fermanê Meyan Hesen diyar kir ku êşa fermanê gelek kûr e, birînên bêderman vekirin û got: "Fermanê gelek êş û windahî bi xwe re anîn û zarok di hembeza dayikên xwe de mirin. Rêwitiya me piştî Şengal hat rizgarkirin bi dawî bû û em niha li ser axa xwe dijîn."    Di 3'yê tebaxa sala 2014'an de li hemberî civaka êzidiyan êrîşek pêk hat û di qirkirinê re hatin derbaskirin. Bi hezaran şêniyên Şengalê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê bajarê xwe terkkirin. Gelek kes jî ketin destê DAÎŞ'ê Civaka êzidî bi êrîşên hovane re rû bi rû ma. Jinên êzidî hatin rewandin, li kolanan hatin firotin û jinên ku nedixwestin bikevin destê DAÎŞ'ê jî xwe ji zinaran awêtin. Gelek zarokan ji ber tênîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Li Şengalê jin, dayik û ciwanan ji qirkirina ku hat kirin re şahidî kirin. Meyan Hesen yek ji wan kesên ku  şahîdiya fermana 3'ê tebaxê kiriye. Meyanê serpêhatiyên xwe bi ajansa me re par ve kirin.     Meyan, çîroka derketina xwe ya ji Şengalê  bi wan hevokan anî ziman: "Em li Til Ezêrê bûn şev bû, gotin şer heye li Girzerik û Sîbayê. Em gelek tirsiyan. Ji ber ku dengê çekan dihat. Piştî ku şer hinek asayî bû DAÎŞ'ê berê xwe de Siba Şex Xidirê. Dema hatin Sibayê me digot ku dê bên Til Ezêrê, lê nehatin.  Gelek şênî ji gund derketibûn jî. Em jî ketin nav hewldanan."   'Me berê xwe de çiyê'   Meyan, diyar kir ku kurê wê dest bi amedekariya derketina gund dike û wiha got: "Kurê min çû benzîn û ava tankerê dagire, hevjînê min jî ard, xwê, zeytûn û hin erzakê din kom kirin. Dema roj hilat em derketin û me berê xwe de çiyê. Ji ber ku Qendîl bi çûyîna êzidiyan qelebalix bû me berê xwe da Şexmendê. Ji ber erebayan mirov nedikarî bimeşin. Heta êvarê em li wir man wê em razan, me serê xwe li ser keviran danî.  Em 3 rojan di nava keviran de razan"   'Me serê xwe danî ser keviran'   Meyan, di axaftina xwe de qala zehmetiyên xwe yên ji bo rizgarkirina jiyana xwe kir û wiha dom kir: "Me 3 rojan serê xwe danî ser kevîran û em pir dicemîdin. Xwarin nemabû. Bi hezaran zarok ji ber sir û sermayê û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Di meşê de gelek kes bê taqet diman û di rê dê jiyana xwe ji dest didan. Ji ber meşê lingê gelek kesan werîmîbûn û bîrîn bibûn. Em 11 rojan li van qadan man."   'Gelek eş û windakirinê bi xwe re anî'   Meyan diyar kir ku ew piştî 11 rojan gihaştine çiyayên xwe û wiha dom kir: "Me gelek zehmetî dît, raste despêkê xwûrek hebû lê piştre xelas bû. Piştî ku em gihaştin çiyê em rihetir bûn, êdî em li çiyê razan. Gelek kes dihatin lê piştî demek vedigeriyan û diçûn. Raste ferman gelek zehmetî, êş û windakirinê bi xwe re tîne."   'Zarok di hembeza dayikên xwe de mirin'   Meyan, da zanîn ku êşa fermanê gelek kûrê û birînên bêderman vedike û wiha hestên xwe anîn ziman: "Gelek kes li dora hev rûdiniştin û qala serpêhatiyên xwe dikirin û rondik dibarandin. Gelek zarok di hembeza dayikên xwe de jiyana xwe ji dest dan û ji ber neçariyê di cih de dihîştin û meşa xwe didomandin. Ji bo jinekê hiştina zaroka xwe bi hestan nayê vegotin. Mamê min ji hêla DAÎŞ'ê ve hat kuştin. Zarokên malbata min û birayê min ji hêla DAÎŞ'ê ve hatin girtin. Buka min a ducanî ji tirsan zarok ji ber çû.”   'Rêwitiya me heta Derîka Rojava berdewam kir'   Meyanê bahsa Rêwitiya xwe ya heta Derîka Rojavayê  kir û wiha axivî: "Em her dimeşiyan heta ku kamyon hat û me girt. Êdî teqeta min nemabû ku ez li kamyonê siwar bibim. Bi alîkariya kurê xwe ez siwar bûm. Em li kamyonê siwar bûn û bi hev re em çûn Derîka rojawayê Kurdistanê. Piştre em çûn Zaxoyê. Min ji keça birayê xwe re telefon vekir û min xwest  cihê xwe terk bikin.  Ji ber ku DAÎŞ'ê berê xwe dabû wê herêmê. Piştî demekê hemû hatin girtin.”   'Em niha li ser axa xwe dijîn...'   Meyan Hesen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser neçariya xwe ya terkkirina cihê xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di dema fermanê de me cih û warê xwe û axa xwe ji neçariyî terk kir. Ev bû 4 sal ku em vegeriyan Şengalê. Di rêwitiyê de em bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû man. Em li konan bûn, lêhî radibû, kon dişewitîn û hwd. Piştî ku rewş asayî bû em vegeriyan ser axa xwe û em bang li her kesî dikin ku bila vegerin ser axa xwe. Her wiha hêvî dikim ku hemû jin û zarokên Êzidî di destê çeteyan de bên rizgarkirin."