Şaredariya Hezexê kampayaya paqijiyê da destpêkirin 2019-07-30 17:29:01   ŞIRNEX - Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Şaredariya Hezexê de ji bo  parkên ku di dema qayûmê de dewrî saziyên cuda  hatine kirin û bi qederexa xwe re rûbirû hatine hiştin kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin.     Meclîsa Jinan a Şaredariya Hezexê ya Şirnexê ku di bin rêvebiriya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de ye, ji bo parkên ku di dema qayûmê dewrê Kuluba Sporê ya 1937'an hatine kirin û di nav gelaşê de mane starta kampayaya paqijiyê da. Meclîsa jinan starta kampanyayê li Parka Ehmedî Xanî ya taxa Jor, Parqa Seyrantepe ya taxa Nû û Parqa Nû ya taxa Nû da. Hevşaredara Hezexê Songul Erdem û gelek xebatkarên şaredariyê tevlî kampayayê bûn. Her wiha welatiyan jî piştgirî da kampanyaya ku hat destpêkirin.        Beriya destpêkirina paqijiyê hevşaredar Songul axaftinek kurt kir û got ku ji bo bajarekî paqij wan kampayaya paqijiyê da ye dest pê kirin û her wiha bi lêv kir ku ew ê vê kampanyayê berdewam bikin.   Piştî axaftinê li parkê gelaşa heyî hat komkirin.