Komeleya Jinan a Rosayê: Em hemû jinan vedixwînin 'Konvoya Mor' 2019-07-30 10:18:15   Şehrîban Aslan   AMED - Komeleya Rosayê ya Jinan li dijî tundiya ku jin di trafîkê de  rûbirû dimînin hemû jin vexwedinnin çalakiya "Konvoya Mor' ku wê li Duryana Dunya di 1'ê Tebaxê de pêk bînin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê qirkirina jinan, qirkirina çandî, îstîsmara zarokan û qirkirina xwezayê de ragihandibû ku wan ji bo 5 mehan bernameya çalakiyan amade kirine. Di çarçoveya çalakiyên ku wê bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" bên lidarxistin Komeleya Jinan a Rosayê jî dest bi çalakiyan dike. Endamên komeleyê ku di vê çarçoveyê de lez dan xebatên xwe wê di 1'ê Tebaxê de li Peyasa Amedê li Duryana Dunya li dijî tundiya ku jin di trafîkê de rûbirû dimînin çala bi "Konvoya Mor" li dar bixe.    'Divê jinên Amdedî bertekên xwe nîşan bidin'   Endama Komeleya Rosayê Neslîhan Çoban, diyar kir ku wan li dijî qirkirin û tundiya li ser jinan kampanya dane destpêkirin û wiha got: "Divê hemû jinên Amedî li dijî tundiya li ser jinan rabin ser piyan û bertekên xwe bînin ziman. Tê xwestin ku jin li hemû qadan bên îzolekirin. Em jî dibêjin ku em vê qebûl nakin li dijî vê îzolasyonê ne û em ê konvoya mor pêk bînin. Em ê di 1'ê Tebaxê saet di 19.00'an de li Duryana Dunya ya Peyasê li hêviya hemû jinan bin."   'Em ê li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin'   Piştre endama Komeleya Rosayê Serra Bucak jî diyar kir ku li her derê li jinê tundî tê kirin û ev tişt got: "Em bawer dikin ku em ê bikaribin li hemû qadan têkoşîna xwe mezin bikin. Qada trafîkê jî yek ji van qadan ne. Ji bo ku em balê bikişînin ser jinên peya di trafîkê de yên ku ereboka zarokan diajon û jinên ajovan em hemû jinan 1'ê Tebaxê de xedixwînin çalakiya xwe."   'Hemû şaştiyan dixwazin bikin para jinên ajovan'   Arîn Zumrut ku ew jî yek ji endama heman komeleyê ye jî ev tişt anî ziman: "Em li dijî zîhniyeta ku hemû şaşiyên di trafîkê de tên kirin li jinê bar dike bang li hemû jinan dikin ku tevli çalakiyê bibin."