'Em ê Efrîna xwe bi darên zeytûnan bixemlînin' 2019-07-30 09:05:05   Sozda Oremar   ŞEHBA  - Ji ber dagirkeriyê şêniyên Efrînê berê xwe dabûn Wargehên Berxwedan û Serdemê yên Kantona Şehbayê. Li wir jiyaneke nû afirandin û pergalek dan avakirin. Jinên ku hêviyên xwe yên vegera Efrînê winda nekirine  dîsa jî derdora konên xwe bi şînahiyê dixemîlinîn û dibêjin: "Em ê Efrîna xwe carek din bi darên zeytûnan bixemilînin."   Şêniyên Efrînê li Kampa Berxwedan û Serdemê yên Kantona Şehbayê hatibûn bicihkirin, di nav kampan de xwe bi rêxistin dikin. Jinên Efrînê di nav şert û mercên ne baş de li kampê bihûştekê ava dikin. Jinan li peşiya konên ku dar û kulîlk çandine, girêdanbûna xwe ya xwezayî nîşan didin. Jinên Efrînê di têkildarî têkoşîna xwe ya jiyanê nêrînên xwe ji ajansa me re par ve kirin û gotin: "Em hêvî dikin ku em dîsa vegerin Efrînê û em ê Efrîna xwe bi darên zeytûnan bixemilînin."   'Berxwedan wê vegera Efrînê mîsoger bike'   Hêvîn Muhemed a ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ye bi lêv kir ku berxwedana şêniyên Efrînê wê vegera Efrînê mîsoger bike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk her dixwaze Gelê Kurd ji holê rake. Lê berxwedana me dê bibe bersiv ji planên wî re. Me bedelên herî giran li Efrînê dan, lê me li hemberî vê yekê rûmeta xwe parast. Piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk em neçar man ku koçber bibin û me berê xwe da Kantona Şehbayê û li vir wargehek hat avakirin. Li gel ev qas êş dîsa her jin ji hezkirina xwe ya xwezayê dûr neket û li ber konên xwe kulîlk çandin."   'Ji tunebûnê hebûn afirandin'   Zahîde Mustefa qala hatina xwe ya Şehbayê kir û wiha got: "Dema em hatin Şehbayê tiştekî me tune bû, lê bi hewldan û berxwedana xwe me ji tunebûnê jiyaneke nû afirand. Em tu carî Efrînê ji bîr nakin. Sedema derketina me ji Efrînê Erdogan e.  Heta zarokên me yên biçûk jî dibêjin em ê vegerin Efrîna xwe."   'Têkoşîna me ya jiyanê dê her bidome'    Emîne Reşîd li ser berxwedana gel axivî û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Li Efrînê gel 58 rojan li hember hovîtiya dewleta tirk li ber xwe da. Erdê Efrînê bi xwîna zarokên xwe hat avdan. Em nêzî salek û nîv li Wargeha Serdemê têkoşîna jiyanê didin meşandin. Hêviya me ya vegera Efrînê heye."   'Em ê vegerin Efrînê'    Asiye Ebdo li ser hêviya şeniyên Efrînê yên ku di kampan de dijîn rawestiya û wiha got: "Efrîn a me ye, tu carî nabe ya dijmin. Em li Şehbayê jiyana xwe li ser vegera Efrînê didomînin û hêviyên me ya vegera Efrînê tu carî  bi dawî nabin."    'Em ji hev re dibin alîkar'    Leyle Şemo jî wiha hestên xwe yên derbarê berxwedana gel de anî ziman: "Jiyana li wargehê di destpêke de gelek zor û zehmet bû. Lê me li vir têkoşîna jiyanê domand. Em jinên Efrînê di nava kampan de dijîn û bi hev re dibin alîkar. Li Efrînê me çandinî dikir û niha jî em li vir karê çandiniyê dikin. Xwesteka me tenê vegera Efrînê ye."   'Em ê her tim derdora xwe şîn bikin'   Jina bi navê Emîne Elî diyar kir ku jin bêhtir girêdayî xwezayê ye û wiha got: "Şêniyên Efrînê li ku dibe bila bibe wê derdora xwe şîn bike. Me hêviya xwe ji vegera Efrînê winda nekiriye. Darên ku li Efrînê hatine şewitandin em ê careke din şîn bikin û Efrîna xwe bixemilînin."