‘Bi kampanya TJA’yê re em ê Mêrdînê biguherînin’ 2019-07-30 09:02:44   MÊRDÎN - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysel Erol diyar kir ku kampanyaya bi pêşengiya TJA’yê ya bi dirûşma ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ hatiye destpêkirin wê li Mêrdînê jî di demek nêz de bidin destpêkirin û got wê Mêrdînê bi jinan re biguherînin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî şîdeta li ser jnan, kuştin, îstîsmara zarokan û talankirina xwezayê kampanyaya ji bo 5 mehan bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ da destpêkirin. Yek ji cihên ku ev kampanya wê lê bê meşandin Mêrdînê ye. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysel Erol da zanîn ku di çarçoveya plansaziyê de wê ji bo mêran bi panela ‘zayenda civakî’ startê bidin.   ‘Wê panel û atolye pêk bên’   Ayselê destnîşan kir ku kampanya di pêvajoyeke ku şîdeta li ser jinan zêde bûye de derketiye holê û wiha pê de çû: “Ev kampanya di heman demê de projeya xwedîderketina li ax, ziman û ava xwe ye. Me jinên Mêrdînê di vê mijarê de berê jî gav avêtin. Di pêvajoya 5 mehan a kampanyayê de em difikirin ku bi panelê startê bidin. Em difikirin ku derbarê zayenda civakî, nêzîkatiya lihember jinan û têkoşîna jinan de panelê pêk bînin. Demek dirêje atolyeyek me ya jinan ku berdewam dike heye. Em di van atolyeyan de nîqaşan dimeşînin.”   ‘Em ê ji her kesî re vebêjin’   Ayselê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di nokteya ku xebatan lezgîntir bikin û bikin jiyanê de gav avêtine û wiha berdewam kir: “Ne tenê lis er çalakiyan, di mijara îdeolojiya rizgariya jinan de têkoşîna jinan ji vir û şûnde çi plan tê kirin de wê hewldanên me hebin. Di çarçoveya vê xebatê de bêguman bendewariyên me hene. Yên ku civakê biguherin jin in. Divê em perwerde û têkoşîna jinê li ser modela afirandina jina azad bigirin dest. Em ê fikra ‘jina rêxistinkirî ku wê civakê biguhere’ ji her kesî re vebêjin.”   ‘Em ê xwe bigihînin hemû jinan’   Ayselê her wiha bi lêv kir ku wê bi jinan re bên cem hev û piştî plansaziyê wê lez bidin xebatên xwe û got: “Di vî alî de em ê xebatên xwe bimeşînin. Em ê perwerde, panel û diyalogên xwe lez bikin .em jinên Mêrdînê di mijara xwedîderketina li ax, çand û zimanê xwe de  xebatên xwe pêk bînin. Em ê xwe bigihînin hemû jinên Mêrdînê û projeya xwe vebêjin.”