ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-30 09:00:00   * Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysel Erol diyar kir ku kampanyaya bi pêşengiya TJA’yê ya bi dirûşma ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ hatiye destpêkirin wê li Mêrdînê jî di demek nêz de bidin destpêkirin û got wê Mêrdînê bi jinan re biguherînin. DÎMEN HEYE    *Sûriyeyiyên ku ji ber şer neçar man axa xwe terk bikin, ligel pêkanînên newekheviyê û nîjadperestiyê, herî dawî der barê wan de li ser vegera wan nîqaş hatin destpêkirin. Sûriyeyiyên ku naxwazin di bin şertên giran de li vir bimînin, dixwazin vegerin. DÎMEN HEYE    *Endama Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zordestiyê re Rûbirû man, Gulcîhan Şîmşek, destnîşan kir ku kurdên êzidî li kampan di şertên zehmet de dijîn û wiha got: “3’ê Tebaxê di alî hiqûqî de divê roja qirkirinê bê îlankirin.” DÎMEN HEYE    *i hêla Kongreya Star ve ji bo 23 mamosteyan perwerde hat destpêkirin. Mamosteyên ku tevlî perwerdê bûn diyar kirin ku ji bo guhertina tevahiya civakê perwerde girîng e û gotin: "Ji bo guhertina civakî perwerdebûna mamosteyan jî girîng e."   *Ji ber dagirkeriyê şêniyên Efrînê berê xwe dabûn Wargehên Berxwedan û Serdemê yên kantona Şehbayê. Li wir jiyaneke nû afirandin û pergalek dan avakirin. Jinên ku hêviyên xwe yên vegera Efrînê winda nekirine  dîsa jî derdora konên xwe bi şînahiyê dixemîlinîn û gotin: "Em ê Efrîna xwe carek din bi darên zeytûnan bixemlînin." BI DÎMEN   Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif bal kişand ser rewşa siyasî û got: "Ev şoreş, şoreşa hemû gelên herêmê ye. Ev erk ne dikeve ser milê rêxistinekê yan jî partiyekê. Em xwediyê vî welatî ne pêwîste her kes ji aliyê xwe de bi erka xwe rabe û şoreşa bi keda hezaran canfedayên azadiyê pêk hatiye biparêze."BI DÎMEN   * Her ku li  Tirkiyeyê OHAL hatiye rakirin heta niha li Wanê ji ber qedexeyên Walitiyê ne gel ne  saziyên sivîl û ne ji  partiyên siyasî dikarin xebatan bidin meşandin. Jinên  ji partiyên siyasî û saziyên sivîl nerazîbûn nîşanî qedexeyên walî dan. BI DÎMEN   *Jina bi navê Heznê Arslan a ku jiyana wê tim di nav şert û mercên zor û zehmet de derbas bûye, beriya 4 salan di qedexeya derketina kolanan de 2 zarok û birayek wê di bodruman de hatin qetilkirin. Heznê ya ku 4 sal in cenazeyê keça xwe digere û wiha dibêje:  “Xwezî gora keça min jî hebûya ez têr bigiriyama.” Heznê ji bo êşa xwe sivik bike li ser zarokên xwe stranan vedibêje." BI DÎMEN   *Komeleya Rosayê ya Jinan li dijî tundiya ku jin di trafîkê de pê re rûbirû dimînin hemû jin vexwedinnin çalakiya "Konvoya Mor' ku wê li Duryana Dunya di 1'ê Tebaxê de pêk bînin.