Mexdûrên lehiyê: Dewlet îro ligel min nebe dê kengê ligel min be 2019-07-29 09:08:57   DUZCE - Li Duzceyê piştî karaseta lehiyê şûnde welatî birînên xwe dikewînin. Welatî bi fikarin ku rayedar têr alîkariyê nedin wan û wiha gotin: “Me tenê canê xwe xilas kir. Ger hişyariyek bihata kirin me yê tedbîra xwe bigirta. Ger dewlet îro ligel me nebe dê kengê ligel me be."   Li Duzceyê di navbera 17-18’ê Tîrmehê de di encama barana zêde de lehî rabû. Gundên Selden Ugurlu û Esma Hanim gelek bi bandor bûn. Li gundê Esma Hanim 7 kesî jiyana xwe ji dest da. Cesedê 5 kesan di encama lêkolînê de 6 kîlometre durî li gundê Ugurluyê hat dîtin. Ji bo du kesên winda jî lêkolîn didome. Walîtiya Duzceyê 6 roj şûnde li herêmê ‘herêma karasetê’ îlan kir. Lê rojek şûnde daxuyaniyek hat dayîn û biryara ‘Bandora li ser jiyana giştî’ hat girtin.   Xaniyên gundê Ugurlu zirarek mezin dîtin û xebatên paqijkirinê didomin. Hewcedariya rojane şaredarî û Walîtî dike. Welatiyên li Duczeyê jî alîkariyê didin gundiyan. Jinan diyar kirin ku ew nizanin ku ka wê zirara wan bê peydakirin an na û ji bo helwesta Walîtiyê jî gotin zarokan dixapînin.   ‘Em derketin ser gir û xilas bûn’   Eylem Zobar wiha got: “Dema lehî rabû em li malê bû. Me sewal derxist derve. Hevjînê min çû li pirê mêze kir. Pir qetyabû. Hevjînê min got ‘birevin pir qetyaye av tê’. Em hema derketin derve. Me nasnameyên xwe girtin. Em li traktorê siwar bûn. Av hat asta derenceyeke bilind û destûr neda em birevin. Em bi traktorê derketin gireki mezin û em wisa xilas bûn. Li ber çavê me gund winda bû. Sewal diketin nav avê. Wesayît diqulipîn nav avê. Mirov diqêriyan û diketin avê. Dayikan nikaribûn zarokên xwe bigirin.”   ‘Înşallah me li vir jibîr nekin’   Eylemê daxuyakirin ku zarokê wê gelek ji lehiyê bi bandor bûye û got: “Zarokê min pir tirsiya. Bi şev diqîre. Li gund jiyan qediya. Me li cihekî bicihbikin em ê kefxweş bibin. Ji ber em ditirsin. Baxçeyên me dikanên me her tiştê me çû. Dikana me têk çû. Heta niha alîkarî ji bo me hatin kirin. Lê ji vir şûnde çi bibe em nizanin. Înşallah me li vir jibîr nekin.”   ‘Tu hişyanî nehat kirin'    Eylemê bi lêv kir ku beriya lehiyê hişyariyek nehatiye kirin û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Saetek berê lehî rabûna her kes di xew de bûya. Em şiyar bûn. An jî wê li gundê gundê me jî windahiya can zêde bûna. Tu hişyarî nehat kirin. Tu tiştekî me name. Kaz, mirişk û elokên me hemû mirarbûn.”   ‘Me tenê canê xwe xilas kir’   Jina bi navê Emîne Daggul jî destnîşan kir ku di çend deqeyên dawî de xilas bûne û ev tişt bi lêv kir: “ Xesuya min rabibû. Em rakirin. Em bi lez ji malê derketin. Av ketibû mala me ji xwe. Em bi tirs derketin katên jor. Hevjînê min ne li malê bû. Em li wî geriyan. Em derketin sîwanê. Em gelek tirsiyan. Em bi alîkariyê xilas bûn. Me ji mala xwe tiştek xilas nekir. Me tenê canê xwe xilas kir. Zirara gund mezin e. Em êdî ji vir ditirsin. Em nizanin wê dewlet çawa alîkariyê bide me.”   'Ez nikarim li vir bijîm'   Ayşe Şen jî bertek nîşanê biryara Walîtiyê ya ku ewil herêm wek herêma karasetê îlan kir û piştre kişand da û wiha got: “Ew bixwe di qesran de dijîn. Em ne xema wan e. Sînîrên min gelek xera bûne. Biryara Walîtiyê nayê qebûlkirin. Hikûmeta ji bin 5 xaniyan ranabe ne hikûmet. Niha alîkarî ji bo me tê. Lê sibê çi bibe em nizanin. Ez xanî dixazim. Ez nikarim li wî xaniyê rûnem. Ez dixwazim ji vir biçim. Nikarim li vir bimînim. Psîkolojiya min xera bû.”   'Piştî em mirin dê birînan bikewînin'   Sultan Guven jî got ew li gundê pêş gundê Ugurlu rudine û got malbata wê li gundê Ugurlu rudine û wiha pe de çû: “Hemû telefon hatin girtin. Me xwe negîhand tu kesî. Vî çemî cara yekem tiştek wisa li me kir. Lê îro ger dewlet li gel me tunebe ev dewlet ji bo çi heye. Wek zarokan dixapînin ewil wek herêma karasetê îlan kirin piştre vekişandin. Bi rastî psîkolojiya min xera bû. Divê em findiqan kom bikin lê em ê çawa kom bikin. Yek alavek me ya komkirina findiqan nema. Gelo piştî em bimirin wê birînan bikewînin.”   'Alîkariyek nehatiye kirin'   Tenzîle Kuçuk jî bertek nîşanê rewşê da û got: “Hûn hemû dizanin. Alîkariyek tune. Divê bê kirin. Rojnamegerek hat. Got wê 5-6 mal ji vir rabin. Piştre gotin şaşiyeke hatiye kirin. Yanî wê ranebin. Em çi bikin. Em findikvanin. Tu tiştekî min li vir nema. Her tişt qediya. Bila bêjin ka wê me bibin ku derê. Bila me li cihekî din bi cih bikin.”