Hewl didin tezgahên jinên Kadîfekaleyê ji holê rakin 2019-07-29 09:06:19   ÎZMÎR - Jinên Mêrdînê yên li Kadîfekaleyê dijîn, tezgahên wan dewrê Weqfa Yusuf Baba hat kirin, dixwazin jinan têxin bin deynan û tezhahên ku li Kadîfekaleyê bûne sembol ji holê rakin.    Li navçeya Kadîfekale ya Îzmîrê tezgahên merşan yên 20 salî di bin xetereyê de ne. Komeleya Jiyankirin û Xweşikirina Kadîfekaleyê, bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Odeya Bazirganiya Îzmîrê re Cihên Firotin û Alavên Herêmî hat avakirin û ji aliyê Midûriyeta Herêmê ya Weqfa Îzmîrê ve di 31’ê çleyê 2019’an de piştî lêkolîna hat kirin di 1’ê sbata 2019’an de dewrê ‘Weqfa Yusuf Baba’ hat kirin.    Ji 8 standê mehane 150 lîra bedela dagirkirinê tê xwestin û mehek berê jî jin hatin agahdarkirin û deyn ji wan re hat derxistin. Di teblîgatê de ji her tezgahê 900 lîra deyn hat xwendin û hat gotin ku ger neyê dayîn wê tezgah bên tahlkiyekirin. Tezgahtar Zeynep Tabar got li şûna jinan xurt bikin kirê tê xwestin û got armanca wan eve ku van tezgahên ku bûne sîmgeya Kadîfekaleyê rabikin.   Zeynep ya ku 7 sal in firotinê dike û got ji rewşê qet ne kêfxweşin û got: “Bi salan erê turîstên dihatin Kadîfekaleyê rastî êrîşan dihatin û piştî ku dewletê mudaxaleyê êrîşan nekir, me têkoşîn da û me aramî anî Kadîfekaleyê. Dewlet bi tu awayî tedbîrê nagire. Toma hene lê ewlehî tune. Niha jî TOMA’yan didin wir û dibêjin wir derkevin. Lê em li vir xwedî derketin. Niha jî me dikin der.”   ‘Dixwazin Mêrdîna biçûk tune bikin’   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dixwazin li Kadîfekaleyê guherînan bikin, xaniyan hildiweşînin û li şûna wê avahiyên TOKÎ çêdikin û hewl didin Kadîfekaleya ku wek Mêrdîna biçûk tê zanîn tune bikin.