TAJÊ: Em ê rêxistina xwe mezintîr bikin û bi azadiya Serokatî tacîdar bikin 2019-07-28 13:43:47   ŞENGAL - TAJÊ biboneya hemleya  “Dem dema guhartin û veguhartinê ye” daxwuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser erk û xeta jinên azad.   Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ) biboneya hemleya  “Dem dema guhartin û veguhartinê ye” li Xanesorê daxwuyaniyek da. Diaxuyanî ji aliyê Rîham Hesen ve hat xweindin, bal hat kişandin ser erk û xeta jinên azad û wiha hat gotin: “Di dîrokê de Şehîd Binevş Agal bi rihê têkoşînê tevgeriya û di vê xetê de bû sembola azadiya jinên êzîdî. Li ser vê xetê em ê jinên êzidî  rêxistina xwe mezintîr bikin û bi azadiya Serokatî tacîdar bikin.”   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: Agirê berxwedanê û têkoşîna ku bi pêşengtiya jina kurd li roiavayê Kurdistanê hat pêşxistin, îro şewqa xwe mezintir û geştir dike. Ev jî vê dide nişan dan ku çawe bi berxwedaneke pir mezin jinên serhildêr li Rojava berxwedaneke bêhempa dane meşandin û li dîroka cîhanê navê xwe dane nivîsandin. Ev berxwedan tenê di warê çekdarî de nehatiye dayîn. Di heman demê de bi rêxistin, perwerde,îrade, bawerî û nasnameya jina têkoşer careke din derketiyê holê.  Bi hêzaran jin ji vê têkoşîne bi bandor bûne û berê xwe dane qadên têkoşînê, li hemberî zîhniyeta zilam zincîrên koletiye şikandine û rabûna ser piyan.  Bi taybet şoreşa Rojava bû şoreşa jina tekoşer ku bi rihê Arînan, Avesteyan û Barînan mezin bû."   'Vê pêşketinê şewq xwe da şengalê'   Di dirêjahiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna jina berxwedêr a li rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hat dayîn bandora xwe li ser têkoşîna li şengalê jî kiriye û ev tişt hat gotin: "Ev pêşketina ku ji Rojava belavî her dere cîhanê bû, şewqa xwe da Şengalê jî û îro  jinên êzîdî bi têkoşîna ku didin bûne xwudî nasname û di riya jina azad de dimeşin. Jinên êzidî ên ku dagirkeriya DAÎŞ ‘ê qabûl  nekirin têne ne li Şengalê  Şengalê, di heman demê de di hemlaya Raqqayê de jî cihê xwe girtin û hêza xwe dan nîşandan.  Di dîrokê de Şehîd.Binevş Agal bî vî rihî tevgeriya yê û di vê xetê de bû sembola azadiya jinên êzîdî. Di roja me yî îro de jî H. Lava li ser şapa Şehîd Bınevş meşiya û ev xeta berxwêder dûbare nîşanî me da. Li ser vê xetê em ê jinên êzidî rêxistina xwe mezintîr bikin û bi azadiya Serokatî  tacîdar bikin."   Daxuyanî wiha bi dawî bû   Li ser vî esasî wek Tevgera Azadiya jinên Êzîdî (TAJÊ) em ê rêxîstîna xwe mezin bikin, xwe perwerde bikin û li dijî dagirkeriya li ser xaka me em ê têkoşîna xwe mezintir û bilindtîr bikin Em ji bo hemleya ku me daye destpêkirin bang li hemû jinên êzidî û berxwedêr dikin ku tevli vê hemleyê bibin. "   Daxuyanî bi dirûşmên, "Ji bo tolhildana jinên êzidî tu jî rabe ser piyan" bi dawî bû