Meşa mexmûriyan ji aliyê leşkerên Iraqê ve hat astengkirin 2019-07-28 13:13:48   MEXMÛR - Asayîşa PDK’ê bê ku hincetek nişan bide, bi rojan e niştecihên Mexmûrê ku ji bo pêdiviyên xwe pêk bînin diçin Hewlerê vedigerîne. Niştecihên wargehê ji bo ku vê rewşê şermezar bikin dest bi meşê kirin û meşa wan vê carê jî ji aliyê leşkerên Iraqê ve hat astengkirin    Asayîşa PDK’ê bê ku hincetek nişan bide, bi rojan e niştecihên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê )nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî di nav de her roj ji bo derbasî Hewlêrê nebin asteng dike.  Li hemberî vê helwestê îro bi hezaran şêniyên Mexmûrê li ber deriyê Şaredariya Wargehê kombûn û xwestin ber bi asayişa PDK'ê bimeşin. Lê meşa wan ji aliyê leşkerên Iraqê ve hat astngkirin. Hêzên Iraqê li Qada Mexmûrê welatî dorpêç kirin.    Piştî ku meş hat astengkirin  endamê dîplomasiyê bi Qeymeqamê Mexmûrê re hevdîtin kir  û daxuyaniyeke hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ve hat dayîn.  Fîlîz wiha got: "Niştecihên Mexmûrê ku ji bakurê Kurdistanê hatin koçberkirin ev 25 sal e li ser axa başûrê Kuridstanê dijîn.  Em hem ji aliyê NY'ê, hem ji aliyê rêvberiya Başûrê Kurdistanê û hem jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tên naskirin.  Di aliyè parastina cewheri de ciavkê ya pêwist kiriye. Ji ji ber ku li cîhanê  civakek bi hêza xwe ya cewherî dijîn. Weke civaka sivîl ya Mexmûrê  mafê me heye ku pêwistiyên me yên rojane bên pêşwazîkirin. ji ber ku em di bin sîwana Nteweyên Yekbûyî (NY) de ne. rêya ku em nexweşên xwe bibin nexweşxanê, xwendvanên ku li bajare Hewlere dixwinin û kerkeren ku ji bo debara xwe diçin Hewler kar rê li ber wan tên girtin û bi hincetên kêfî tên ziîvirandin."   'Ev mafê me yê rewa ye'    Filiz bal kişand ser mafê gel û wiha berdewam kir: "Em di hawêrek di navbera se hukumetan de tên girtin.  Kiryarên ku tên kirin tu rewabûna wan nine. Em civakek sivîlin û em ê li mafê xwe xwedî derbikevin. Lê îro hemû mafên me ji dest me tê girtin.  Çawa ku heta niha me li ber xwe daye em e li ber xwe bidin û  çalakiyên xwe berdewam bikin."   'Em ê mafê xwe bi berxwedanê bi dest bixin'   Hevseroka Meclîsa gel ya Mexmurê Filîz Budak bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: " Me bi 25 salan bi berxerdanê mafê xwe bi dest xistiye em gav paşde na avejin.Di we çarçeveye de ji bo em bi meşin heya asayişa PDK di asta diplomasi de me hevditin pêk ani û bi heceten keyfi û ne hêlin em bi meşin le cardin eme çalakiyen xwe berdewam bikin." Daxuyaniyî bi duruşmeyên 'Berxwedan Jiyane', Bimre Îxant' girseya gel belav bû.