`Ax ya me ye, me parastiye û em ê biparêzin` 2019-07-28 12:11:51   KOBANÊ- Mertalên zindî yên jin ku li dijî gef û kiryarên dewleta tirk di nav liv û tevgerê de ne, gotin: "Dewleta tirk wê tu carî nikaribe welatê me dagir bike, em ê bi hêza Gelên Kurd Ermenî, tirkmen, Çerkez û Ereb li dijî gef û kiryarên wê bisekinin."   Jinên ji bajarokê Sirînê yê Girêdayî navçeya Qinê ya  Kantona Kobanê ku beşdarî çalakiya mertalên zindî ên li dijî gefên dewleta tirk li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne bertekên xwe ji ajansa me re ragihandin û gotin ku ewê li dijî êrîşan heta dawî li ber xwe bidin û destûrê nedikin ku xaka wan bê dagirkirin.   ‘Dewleta Tirk nikare me tune bike`   Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Sirînê Beraa Elî Hemdan ku ji neteweya ereb e wiha got: "Em gefên Tirkiyê şermezar dikin û qebûl nakin. Ji ber vê jî em ê rê nedin tu hêzê ku axa me dagir bike. Axa Sûriyê ya me hemû gelên ku li ser wê dijîn e. Em ê gel hevkariya hev bikin û axa xwe biparêzin."   `Li dijî dagirkeriyê em ê her tim bibin mertal`    Her wiha Endama Rêxistina Kongreya Star Ahîn Marûf a  Kurd jî ev tişt got: "Ji bo parastina axa xwe em ê li dijî hemû şêwazên dagirkeriyê weke mertal bisekinin. Welatê me bi ked û xwîna şehîdan gihîştye ewlehî û aramiyê, loma em ê heta dawiyê xwedî li vê axê derkvin."         `Em ê aramnca pêk bînin`   Di heman çarçoveyê de endama meclîsa Malbatên şehîdan Semîra Edhem ya ereb jî  wiha got: "Heta ku em neghêjin armanca xwe em ê dest ji çalakiyên xwe bernedin.  Em ji êrîş û tehdîdên Erdogan natirsin. Weke gel û bi taybet jin em ê li rex şervanên xwe bisekinin."         Hêjayî bibîrxistinê ye ku li dijî gef û kiryarên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêma Firatê sê çalakiyên mertalên zindî yên bê dem û dorveger hatine destpêkirin. Çalakiya Kantona Girê Spî di roja 11`an de, ya gundê Qeremox ku li Rojhilatê Kobanê ye di roja 12`an de û çalakiya gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Qinê li Rojavayî Kobanê  di roja 10`an de berdewam dike.