Şehîdên Qamişloyê hatin bîranîn 2019-07-28 10:34:38   QAMIŞLO - Di pêşengiya Kongreya Star û PYD'ê de şehîdên teqîna 27'ê Tîrmeha 2016'an ku li  Qamişloyê pêk hat hatin bibîranîn.   Kongreya Star a Qamişloyê û Partiya Yektîiya Demokratîk (PYD) bi armnca bîranîna şehîdên ku di teqîna li Qamişloyê di 27'ê Tîrmeha 2016'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê pêk hat û di encamê de 62 sivîlan jiyana xwe ji dest da, li cihê teqînê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Cihê bîranînê bi wêneyên şehîdan û alên saziya Malbatên Şehîdan û findan hat xemlandin.   Piştî deqeyek rêzgritina ji bo pakrewanan li ser navê Kongreya Star Xaliya Neçarar axivî herwiha  li ser navê Meclîsa Qamişloyê û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî axaftin hatin kirin. Di axavtinan de şehîdên Teqînê hatin bi bîr anîn û wiha hat gotin: "Dijmin di çeperan de nikarin bi hêza me, loma bi teqînên bi vî rengî dixwazin hêz û berxwedaniya gel bişkînin. Îro jî dewleta Tirk dixwaze axa vî gelî dagir bike, lê her roj hêz û îradeya me û girêdana bi axa me re xurtir dibe. Kes nikare gelê berxwedêr têk bibe."   Merasîm bi pêxistina findan a li goristanê bi dawî bû.