Mexmûriyan li dijî qedexeyê dest bi meşê kirin 2019-07-28 09:28:13   MEXMÛR - Asayîşa PDK’ê bê ku hêcetek nişan bide, bi rojan e niştecihên Mexmûrê ku ji bo pêdiviyên xwe pêk bînin diçin Hewlerê vedigerîne. Niştecihên wargehê ji bo ku vê rewşê şermezar bikin dest bi meşê kirin.    Asayîşa PDK’ê bê ku hêcetek nişan bide, bi rojan e niştecihên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê )nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî her roj ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên vegerandin. Herwiha aqûbeta 2 ciwanên Mexmûrê jî nayê zanîn.   Li hemberî vê helwestê îro bi hezaran şêniyên Mexmûrê li ber deriyê Şaredariya Wargehê kombûn û xwestin ber bi Hewlêrê bimeşin. Şêniyên Mexmûrê hîn ji wargehê derneketin, ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve hatin astengkirin. Bi sedan leşkerên Iraqê rê li Mexmûriyan girtine û nahêlin ji wargehê derkevin û ber bi baregeha pêşmergeyan ve bimeşin.