Dayikên Şemiyê: Hikûmeta ku Qada Galatasarayê li me digire, faîlan diparêze 2019-07-27 14:52:23   STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya 748'an de li hev kom bûn û pirsa faîlên Suleyman Cîhan kirin. Di çalakiyê de hat gotin ku hikûmeta ku Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê digire, faîlan diparêze û gotin: "Heta ku qatil neyin darizandin û dewlet jî dest ji van cînayetên xwe ber de, dê li qadan bin."   Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 748'an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayik dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Malbat û dayikan li ser vê yekê li pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu piştgirî dan çalakiyê    Di çalakiya vê heftê de daxwaza darizandina faîlên Suleyman Cîhan ê di 29’ê Tîrmeha 1981’an dibin çavan de hat windakirin û dûre cenazeyê wî hat dîtin kirin. Daxuyaniyê çapemeniyê ya vê heftê ji aliyê keça Fehmî Tosûn Besna Tosûn ve hat xwendin.   '49 heftene polîs destûr nadin qada Galatasarayê'   Besna, diyar kir ku ev 49 heftene polîs destûr nadin ew bikevin Qada Galatasarayê û wiha axivî: “Sedama van qedexe û dibin çavkirinan de winda kirin dewlete û hemû desthilatdar jî, hevkarên vî sûcî ne. Yekemîn şertê demokrasiyê rêbaza hesap dayînê ye. Îro li Tirkiyeyê, rêveberiyekê ku hesap bide tuneye. Qanîna Bingehîn bi demê re hiştine. Serbixwebûna darazê ji holê rakirine. Bi kurtasî rêveberiyekê ku ewlekariya hiqûqî û edaletê pêk bîne tuneye.”   'Piştî 85 rojan cenazeyê Suleyman hat dîtin'    Besna, piştre faîlên Suleyman Cîhan ê di 29’ê tîrmeha 1981’an dibin çavan de hat windakirin û dûre cenazeyê wî hat dîtin kir û wiha bilêv kir: “Suleyman Cîhan 31 salî bû û li Stenbolê dijiya. Ji ber nasnameya wî ya şoreşgerî di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de, biryara girtinê derbarê wî de hat dayîn. Di 29’ê tîrmeha 1981’an dema ji Edîrne diçû Stenbolê hat binçavkirin û wî birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Malbat û parêzerên wî ku agahiya wan ji rewşê çêbû serî li Şaxa 1’emîn, Şaxa 2’yemîn a Midûriyeta Polîsan û Dozgerî Leşkerî dan. Lê ligel hemû hewldanan jî bê encam man. Piştî 85 rojan cenzeyê Suleyman Cîhan hat dîtin. Cîhan di encama îşkenceyek giran de hatibû kuştin.”   'Dayik dixwazin gorekê zarokên wan hebin'   Birayê Suleyman Cîhan parêzer Ahmet Cîhan jî, diyar kir ku Dayikên Şemiyê dixwazin gorekê zarokên wan hebin û wiha axivî: “Hikûmeta ku Qada Galatasarayê li me digire, faîlan diparêze. Lê heya ku qatil neyin darizandin û dewlet jî dest ji van cînayetên xwe ber de, em ê li qadan bin. Yek ji me tenê jî bimîne, em ê vê qadê terk nekin. Em ê dest ji israra xwe ya çûyîna Qada Galatasarayê bernedin.”   Dûre ji parêzerên malbata Cîhan Omer Kavîlî jî axivî û xwest faîl bên darizandin.