Dermanê Avşînê nayên dayîn 2019-07-27 09:11:41   MÊRDÎN - Zaroka bi navê Avşîn ya bi dayika xwe re li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne nexweşiya wê ya hemanjîom (di bin çermê serê wê de tumor) heye, hat hînbûn ku du meh in dermanên wê nayên dayîn.   Hulya Usanmaz dayika 3 zarokan ne û hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Artukluya Mêrdînê bû. Hulya li Artukluyê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin 6 sal û 7 meh ceza lê hat birîn. Di meha kanûnê de ew şandibûn girtîgehê.    Hulya şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û neçar ma ku keça xwe ya yek salî Avşînê jî bigire cem xwe. Avşîn ji welîdînê de nexweşiya wê ya hemanjîom (di bin çermê serî de tumor) heye û rewşa wê her ku diçe giran dibe. Hat hînbûn ku dermanên ku ji bo nexweşiya wê dihatin bikaranîn û ji Ewropayê dihatin anîn jî nayên dayîn.   Du meh in derman nagire   Avşîn ya ku 8 meh in bi dayika xwe re li girtîgehê dimîne, hemû serlêdanên Avşînê hatin kirin lê bê encam man. Avşîn ku divê sê mehan carek ji bo dermankirina wê bibin nexweşxaneyeke taybet a li Edeneyê,  ji Ewropayê jî jê re derman dihat anîn. Tevî ku dermanên wê didanê, der barê rewşa wê de pêşketineke çênebû. Hat hînbûn ku Avşîn ev du meh in dermanan bikar nayne. Nexweşxanê bi hinceta ‘dermankirin bi rêk û pêk nayê kirin’ derman birîn û ji ber vê jî ruyê Avşînê de birîn çêbûn.   Hat destnîşan kirin ku ji bo Avşînê daxwaza dermanan nehatiye kirin û meheke berê jî ji pêlekên koxuşê de ketiye û serê wê deriziye. Piştî vê qezayê biryar hat dayîn ku Avşîn dê  mehê sê caran biçe kontrola doktor.   Hat hînbûn ku Avşîn her tim digirî û ber bi derî ve dimeşe û dixwaze derkeve derve. Hat hînbûn ku Wezareta Dadê ji bo Avşînê xwestiye ji girtîgehê agahiyê bigire. Hulya û parêzerên xwe jî berê bi dehan carî ji bo berdana bi kontrolÎ serlêdan kiribûn.