'Em ê bi hev re sînorên welatê xwe biparêzin' 2019-07-27 09:01:29   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Rewşen Haçim di çarçoveya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de nirxandin kir û da zanîn ku ew ê bi hev re sînorên welatê xwe biparêzin û got: "Em ji gelê Başûrê Kurdistanê bawerin ku ew ê bi hêza xwe ya cewherî li dijî dagirkeriyê derkevin."   Li dijî operasyonên dersînor ên Hêzên Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya konvedanê ya mertalên zindî didome. Çalakiya mertalên zindî, li gundê Qeremoxa Rojhilatê Kobanê û li gundê Ziyaretê ya navçeya Qinê ya Kobanê bi tevlîbûna bi sedan kesan didomin. Derbarê mijarê de Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rewşen Haçim ji ajansa me re geşedanên demên dawiyê yên li ser Rojhilata Navîn, Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand.    * Erîşên li hemberî Gelê Kurd bê navber didomin û her wiha li Sûriyeyê aloziyek heye. Derbarê mijarê de hûn dixwazin çî bibêjin?    Ji roja aloziya Sûriyeyê dest pê kir heta niha em weke Partiya PYD´ê têkoşîna yekbûna gelan didin. Armanca me ya sereke parastina nirxê gel, şehîdan û deskeftiyên gelên herêmê ne. Hertim dewleta tirk xwestiye ku deskeftiyên gelên herêmê û tevahî axa Kurdistanê bi şêwayê împaratoriya Osmaniyan desteser bike û axa me dagir bike. Me di destpêka aloziya Sûriyeyê de heta roja îro pêşengî ji gelê xwe re kir. Armanca ev e ku em bikarin xewin û xeyalên gelê xwe xwedî derkevin û dagirkirina çand, ziman, dîrok û hebûnê ji holê rakin. Bê guman me gelek xeyalên xwe pêkanîne. Lê armanca dewleta tirk hertim dagirkirina van herêman e. Dema dîwarê şermê avakirin û digotin 'Em ê xwe ji terorê biparêzin', lê dewleta tirk bi xwe teror ava kir û DAIŞ'ê di hembêza xwe de mezin kir. Dewleta tirk çanda dagirkeriyê li bajarê Libiya, Efrîn, Misrê û li ser axa Kurdistanê bi pêş xist û dewleta tirk xwedî çanda dagirkeriyê ye.   * Armanca êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heman demê de li ser tevahî Kurdistanê heye hûn vê yekê çawa dinirxînin?   Dewleta tirk sed sal in li ser çanda desthilatdariyê xwe xurt kiriye. Beriya 400 salan ev ax hatiye dagirkirin, lê her tim dixwaze gel di bin sîstema wê de bimîne û ew gel bi rengeke demokratîk nejîn. Îro li herêmê û li ser vê axê kurd, ereb, çerkes an jî tirkmen hene û bi hev re jiyaneke wekhev didin avakirin. Her kes bi zimanê xwe, çanda xwe bi rengeke wekhev jiyana xwe didomînin, lê belê dewleta tirk ev projeya bi hev re jiyanê napejirîne û red dike. Lewma her tim êrîşên xwe zindî dike dema ku dîwarê şermê di navbera Pirsûs û Kobanê de ava kir wê demê bira, xwîşk, bav, dayik û cîran ji hev qut kirin. Erdogan dixwaze têkiliya gelan ji hev qut bike. Lê hêza gel heye ku her tim bi ser bikeve.    * Li Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî gelan êrîşek heye û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li hember êrîşan bêdeng e. Hûn bêdengiyê û helwesta PDK û Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) çawa dinirxînin?   Bi rastî em tu hêviyê ji wan partiyan nakin ji ber ku wan tu helwest li hemberî dewleta tirk diyar nekirin. Lê hêviya me ji gelê Başûr heye ku ew bikaribin li hemberê gefên Tirkiyê derkevin û bibin xwedî hêza xwe ya cewherî. Ji ber ku gelê Başûr di salên 1991'an de rabûn ser piyan û bê ku tu partî li pişt wan hebin wan raperîn kir û hêza dagirker a Sadamê faşîst têkbirin. Em ji gelê Başûrê Kurdistanê bi bawerin ku ew ê bi hêza xwe ya cewherî li dijî dagirkeriyê derkevin. Dibin bandora partiyên ku li wir dixwazin hebûna gel tunebikin  nemînin. PDK'ê û YNK'ê du pratiyên dûrî rastiya kurd in û di bin bandora dewletên dagirker de dimînin.   Li hevkirin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çi encamê bipejirîne?   Baweriya me bi gel heye, ji ber ku di mîtînga ku me li gundê Xerabreşkê ya navçeya Çelebiyê li dar xist de me dît ku hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi yek dengî li hemberî gefên dewleta tirk sekinîn û gotin 'Ji dagirkeriyê re na'.  Diyare ku gel çand û felsefa azadiyê naskiriye û dijî, lewma li wê qadê hat diyarkirin ku zarok, dayik, kal û ciwan, heta em dikarin bêjin kes di malên xwe de nemabûn hemû li qada mîtîngê bûn. Bi yek dengî bang kirin ku dagirkeriya dewleta tirk naxwazin û em ê li ber xwe bidin. Ji bo vê jî baweriya me bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezine. Çawa me bi hev re hemû herêm ji terora DAIŞ´ê paqij kir em ê bi hev re jî dagirkeriya ya Erdoxan jî paqij bikin."