ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-27 09:00:00   * Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Rewşen Haçim di çarçoveya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de nirxandin kir û da zanîn ku ew ê bi hev re sînorên welatê xwe biparêzin û got: "Em ji gelê Başûrê Kurdistanê bawerin ku ew ê bi hêza xwe ya cewherî li dijî dagirkeriyê derkevin." DÎMEN HEYE    * Di 27'ê tîrmehê sala 2016'an de li Qamisloyê teqînek pêk hat 62 kesî jiyana xwe ji dest da û 176 kes birîndar bûn. Malbatên ku xizmên xwe di teqinê de windakirin hêj heman eşê dijîn û dil şewat in. DÎMEN HEYE    * Jinên Efrînê der barê dagirkirina herêman de gotin ku dixwazin Gelê Kurd tune bikin û lê berxwedana kurdan dê li dijî tunekirinê bi ser keve. DÎMEN HEYE    * Jinên Şirnexê derbarê qetilkirina jinê, tundî û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan nirxandin kirin û anîn ziman ku îstîsmar û tundiya li dijî jinê bi destê dewletê pêk tê û wiha gotin: “Ji ber kêmkirina cezayê tundî, qetilkirin û îstîsmar zêde dibe. Tundî û qetilkirina jinê bi destê dewletê tê meşrûkirin.” DÎMEN HEYE    * Bajarokê Sirînê ya girêdayî Kantona Kobanê piştî zordariya çete û terora DAIŞ'ê rojên azad û aram dijîn û pergala xwe ya jiyanê ava kirin. Jinên Sirînê derbarê salvegera rizgarkirinê de gotin: "Ji ber hovîtî û desthilatdariyê jiyana me reş bibû. Lê niha em dikarin bêjin ku jiyana me guherî, em xwedî li ax in, xwedî bi nêrîn in. Em tu carî nahêlin ku zirarê bidin pergala ku hatî afirandin." DÎMEN HEYE    *Zaroka bi navê Avşîn ya bi dayika xwe re li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne nexweşiya wê ya hemanjîom (di bin çermê serê wê de tumor) heye, hat hînbûn ku du meh in dermanên wê nayên dayîn.   *Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, da zanîn ku operasyonên leşkerî yên li hember Licê polîtîkin û wiha got: “Dixwazin Licê vala bikin û bê mirov bihêlin. Li dijî vê divê hemû kes xwedî li Licê û hemû bajarên Kurdistanê yên operasyon lê heye, derkevin.” DÎMEN HEYE    *Nuray Buyukdag ku li Kampa Havînê ya Jinan atolya wekheviya zayendî ya civakî ji bo zarokan pêk anî, diyar kir ku ji bo têgeh bi cih bibin divê atolyeyên bi vî rengî bidomin. DÎMEN HEYE    *Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ku li Wanê pêk hatiye nirxand û wiha got: “Me dubare kir ku em modela jinê ya pergal li me ferz dike qebûl nakin."