Di bin çavan de îşkence: Bîrsen hat berdan Ahmet girtin Ameliyatê 2019-07-26 16:39:59   AMED - Li Baglarê di encama serdegirtina malekê de ku kesekî jiyana xwe ji dest da, Bîrsen Yoldaş a ku îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan. Hevjînê Bîrsenê ku bi îşkenceyê re rûbirû ma Ahmet Yodaş jî piştî ku rakirin nexweşxaneya leşkerî girtin emeliyatê.    Li navçeya Baglarê ya Amedê li qatê sisiyan ê avahiyekê di 21'ê Tîrmehê de bi ser malekê de hatibû girtin û di encamê de Mucahît Yilmaz ê ji Qosera Mêrdînê hatibû kuştin, xediyên malê Bîrsen û Ahmet Yoldaş jî hatibûn binçavkiirn.  Cenazeyê Mucahît Yilmaz rakiribûn Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Amedê û li gel ku cenaze hat teşhîskirin jî bi hinceta encama testa DNA'yê ne amade ye girtina cenaze ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve nehatibû dayîn.    Ahmet Yoldaş ê ku ji ber dema girin binçavan û di bin çavan de îşkence lê hat kirin û pêçiyên lingê wî hatin şikandin hat diyarkirin ku girtin ameliyatê. Herwiha hat diyarkirin ku guhê Ahme ê rastê pêçayî ye û li sînga wî jî şopên îşkenceyê hene.    Hevjîna Ahmet, Bîrsen Yoldaş ku di heman rojê de hat binçavkirin jî duh piştî li Muduriyeta Emniyetê ya Amedê îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan.