Bi gêzî û bêrikên destên xwe paqijiya kolanan berdewam dikin 2019-07-26 12:36:51   AMED - Hevşaredarên Yenîşehirê û endamên Meclisa Şaredariyê bi gêzî û bêrikên girtine destên xwe paqijiya kuçe û kolanan berdewam dikin.    Şaredariya Yenîşehirê ya Amedê bi dirûşma "Taxa me mala me ye, kuça me mala me ye" kampanyaya paqijiyê ku dabû destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de Hevşaredar Belgîn Dîken û Mehmet Devîren li gel wan endamên Meclisa Şaredariyê li taxa Ben û Senê di destên wan de gêzî û bêrik kuçe û kolan paqij kirin.    Hevşaredar û endamên Meclisa Şaredariyê piştî paqijiyê bi gel re hevdîtin kir, nêrîn û pêşniyarên wan guhdar kirin. Niştecihên taxê jî ji ber kampanyaya paqijiyê ku hatiye destpêkirin spasiyên xwe pêşkêş kirin.