Jinên Mexmûrê di dewreya perwerdê de plansaziya pêşerojê derxistin 2019-07-26 09:23:10   MEXMÛR - Akademiya Şehîd Jiyan a li Wargeha Mexmûrê ji bo jinan dewreya perwerdê da destpêkirin û 34 jin tevlî perwerdê bû. Jinên ku tevlî dewreyê bûn li ser pirsgirêkên xwe rawestiyan û plansaziya pêşerojê derxistin.    Di sala 2003'an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ( Mexmur), Akademiya bi navê Şehîd Jiyan hatibû ava kirin û heta niha di akademiyê de gelek dewreyên perwerdê ji bo jinan hatin lidarxistin. Herî dawiyê bi tevlîbûne 34 jinan dewreyek din hat lidarxistin di dewreyê de li ser xebatan nîqaş hatin kirin û plansaziya xebatan a pêşerojê hat kirin.    Mamosteya Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Kar, di axaftina xwe de bal kişand ser dewreya dawiyê û wiha got: "Ev çend roj in me dewreke perwerde da destpêkirin. 34 jin beşadarî perwerdê bûn. Jinên ku beşdarê perwerdê bûn li ser xebatên xwe rawestiyan. Kêmasiyên xwe vegotin. Herî dawiyê em li ser plansaziya pêşerojê rawestiyan. Tevlîbûna jinan a nîqaşan ji bo me girîng bû."   Şîlan Alturk bal kişand ser perwerdê û da zanîn ku perwerdê bi vî rengî bandor dike û wiha got: "Vebûna dewreya perwerdê pir baş bû. Ez bi xwe ji vê perwerdê bi bandor bûm. Ji ber ku jinên ku tevlî perwerdê bûn bi rehetî nêrînên xwe anîn ziman. Nîqaşên ku em dikin lêhurbûnek bi xwe re tîne. Ez hêvîdarim ku hemû jin cihê xwe di nav perwerdê de bigirin. Ji ber ku yên herî zêde bi zor zehmetiyan re rû bi rû tên jin in. Ji bo em bikarin li ser lingên xwe bisekînin û xwe biparêzin pêwiste em xwe di her alî de xwe li pêş bixin."