'Divê jinên ku li Efrînê dijîn bên parastin' 2019-07-26 09:06:00   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Hîhan Elî kiryarên ku li Efrînê pêk tê şermezar kir û wiha bang li Rêxistinên Mafên Mirovan ên cîhanê kir: "Jin hedef tên nîşandan û divê jinên ku li Efrînê dijîn bên parastin."   Operasyonên dersînor a TSK'ê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkirina li herêmê di rojevê de ye. Dagirkirin di ji hêla welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ve tê şermezarkirin. Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Hîhan Elî, di nêrînên xwe de bal kişand ser kiryarên dagirkeran û got divê li hemberê kiryarên Tirkiyeyê helwestek bê nîşandan.    'Wekî sultananekî tevdigere'   Hîhan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca Dewleta Tirk û wiha dest pê kir: "Dewleta Tirk bi projeya xwe ya qirêj dixwaze tevahî herêma Rojhilata Navîn dagir bike û wî tiştî li ber çawê cîhanê pêk tîne. Çava di dema împaratoriyê de Rojhilata Navîn hatibû dagirkirin û niha ji heman tiştî daxwaz dike. Dema mirov binirxîne mirov dikare bibêjê Erdogan xwe wekî sultanan dibîne û tevdigere."   'Bi belgeyan kiryarên qirêj hatin teşhîrkirin'   Hîhan, diyar kir ku li Efrînê li hemberî jinan kiryarên ne baş tên kirin û wiha got: "Li Efrînê tundiya li hemberî jinê sînor nasnake. Ev tişt li pêşiya çavên tevahî dewletên ku bûne şirîkê dagirkeriyê tên kirin. Tevî ku rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê vekirine. Em wekî Rêxistina Mafê Mirovan vê yekê qebûl nakin û me bi belgeyan kiryarên qirêj teşhîr kirin. Parastina wan nayê qebûlkirin. Divê rê li pêşiya tundiya li ser jinên Efrînê bê girtin."   'Li hemberî kiryaran divê helwest bê nîşandan'    Hîhan di dawiyê de bang li rêxistinên mafên jinan ên cîhanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şerên di nav civakan de her tim jin dibin qurban. Di dagirkirina Dewleta Tirk de ji heman tişt heye û pêşî jin hedef tên girtin. Tirkiye dixwaze bi rêya jinan civaka kurdan tune bike. Lê jinên kurd li hemberê dagirkeriya Tirkiyeyê tu carî serî netewandiye. Banga me ji tevahî rêxistinên jin li cîhanê heye ku li hemberê kiryarên Tirkiyeyê helwestek nîşan bidin. Em bi hev re jinên Efrînê biparêzin."