Dayika Aştiyê Zekiye Kaya: Daxwaza aştiyê wekî sûc tê dîtin 2019-07-26 09:04:03   WAN - Derbarê Dayikên Aştiyê yên Wanê de doz hat vekirin. Derketina dervê welat li wan hat qedexekirin û cezayê pere li dayikan hat birîn. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya diyar kir ku daxwaza aştiyê wekî sûc hat dîtin û got: "Dê heta dawiyê têbikoşin."    Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hezaran girtiyên li herêmê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn. Piştî peyama Abdullah Ocalan çalakî hatin bidawîkirin. Di vê pêvajoyê de Dayikên Aştiyê li kolanan di nav çalakiyan de bûn. Li dayikên aştiyê yên Wanê ji bo tevli çalakiyan nebin lêpirsin û doz hatin vekirin. Ji bo dayikan derketina derveyî welat hat qedexekirin û cezayê pere li dayikan hat birîn. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya astengiyên li hemberî dayikan hatin derxistin nirxand û wiha got: "Em astengiyan tu carî qebûl nakin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."   'Em li dijî mirinê ne'   Zekiye, bisalan e ji bo aştiyeke mayînde di nav têkoşînê de ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em bisalan e li dijî şer têkoşîna aştiyê didin meşandin. Lê mixabin me hêj xwe nedaye fêmkirin. Dema greva birçîbûnê dest pê kir, dayik daketin kolanan û gotin 'Em naxwazin mirin çêbin'. Lê mixabin ew destên qirêj, her roj dirêjî laçikên dayikan kirin."   'Dayika 80 salî bi erdê re hat kaşkirin'   Zekiye, da zanîn ji ber ku her tim tevlî daxuyaniyan bûne der bar wan de lêpirsin hatiye vekirin û wiha got: "Ji ber ku em tevlî daxuyaniyan bûn der barê me de doz û lêpirsîn hatin vekirin. Xwestina me ya aştiyê wekî sûc hat dîtin. Ji Dayikên  Aştiyê dayika me Xanê 80 salî ye bi erdê hat kaşkirin û hat derpkirin. Destê me hat kelepçekirin. Em aştiyê ji bo mirovatiyê dixwazin."   'Pirsgirêk bi rijandina xwînê çareser nabe'   Zekiyeyê, qala daxwazên xwe yên aştiyê kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi rijandina xwînê û dijminatiyê tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Dayik li dijî mirinê dibe mertal, em naxwazin edî kesek jiyana xwe ji dest bide. Emîne Erdogan ji bo Roboskiyê rondîk barandin û dilê xwe şewitand, lê tiştek nekir."   Derbarê 7 dayikan de doz hat vekirin   Zekiyeyê bal kişand ser lêpirsin û dozên ku hatî vekirin û wiha axivî: "Heta niha derbarê 7 dayikan de doz û lêpirsin hatine vekirin. Em 7 dayik mehê carekê diçîn îmze didin. Derbarê dayikekê de sê dosya hatin amadekirin. Her wiha derbarê min de jî cezayê pere hat dayîn. Çûyina me dayikan a li derveyî welat hat qedexekirin. Her wiha lêpirsînên ku derbarê me de hatîn vekirin hêj berdewam dikin."   'Em paşve gavê navêjin'   Zekiye di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Sûcê me daxwaza aştiyê ye. Cezayê pere dane min, lê ez wî pereyî nadim, ji ber ku min sûc nekiriye. Em  ê wekî Dayikên Aştiyê heta dawiyê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em tu carî paşve gavê navêjin."