Zeyneb Mûrad: Tirkiye dixwaze aloziya welatê xwe derbasî Sûriyeyê bike 2019-07-26 09:02:30   Sorgul Şêxo/ Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad, diyar kir Tirkiyê nahêle ku gel bi rengê xwe bijî û got: "Tirkiye di siyaset û aboriyê de binketiye û dixwaze bi dagirkeriyê axa Başûrê Kurdistanê û Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têk bibe."   Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad li ser dagirkirin û hewldanên demên dawiyê ya li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk hatî nirxandinên giştî kir û diyar kir ku Tirkiyê dixwaze aloziya xwe ya hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî belav bike. Zeyneb der barê rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn û Herêma Federal a Kurdistanê nêrînên xwe anî ziman.    Zeyneb, di axaftina xwe de bal kişand ser şoreşa vejîn û nûjenkirina gel û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi destpêkirina Şoreşa 19'ê tîrmehê gelek planên dagirker û hêzên xêrnexwazan têk çû. Bi projeya Netewa Demokratîk li herêmên Cizîr, Firat û Efrînê hêrsa di dilê dijmin de her ku çû mezintir kir, ji lewra niha êrîşî destkeftiyên gelan dikin."   'Naxwazin gel bi rengê xwe bijîn'    Zeynebê di axaftina xwe de qala jiyan wekhev a di nava gelan de kir û wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava aramî û ewlehiyê de dijîn. Pirsgirêkên xwe yên civakî bi rêya Komîn û Meclîsan çareser dikin. Lê Tirkiyê nahêle ku gel bi rengê xwe bijî û dixwaze aloziya li welatê xwe derbasî Sûriyeyê bike. Êdî hevalbendiyên Tirkiyeyê nemaye. Di siyaset û aboriyê de binketiye û dixwaze bi dagirkeriyê axa Başûrê Kurdistanê û Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têk bibe."   'Bi vîna gel rizgarî pêk hat'    Zeynebê şerên li Rojhilata Navîn qawimîne bibîrxist û ev yek anî ziman: "Li Tûnis, Cezayîr, Sûdan, Misir û Lîbyayê gelek şer qawîmin lê mixabin heta roja me ya îro tu çareserî ji pirsgirêka wan re nehatiye dîtin. Lê Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îradeya gelan hat rizgarkirin û gel ji tunebûnê dest pê kir û gihaşt asta serkeftinê. Bi rûniştandina Projeya Netewa Demokratîk pirsgirêk, derd û kulê gelan hatin dermankirin. Projeya Netewa Demokratîk ji Rojhilata Navîn re nimûneyek e."   'Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployeke mezin heye'   Zeynebê, diyar kir ku hêzên komploger û dagirker dixwazin ew bibin hakimê Rojhilata Navîn û wiha berdewam kir: "Komploya ku îro li Rojhilata Navîn li ser Kurdan çêdibe bê hêzên mîna Rûs, Rêjîma Sûriyeyê, Dewleta Tirk, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê PDK, Emerîka û Hêzên Ewropî çênabin. Ev hêz dixwazin bibin tekane hakimê Rojhilata Navîn."   'Tirk şer dixwaze'   Zeyneb, da zanîn ku çareseriya hemû pirsgirêkên şer ku di cîhanê de diqewime bi rengekî siyasî ye û wiha got: "Perspêktîfên Rêber Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de gotibû ku ez dikarim bibin hêza çareseriyê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re, lê Dewleta Tirk vê yekê naxwaze, Tirkiye şer û dagirkirina axa gelan dixwaze."   'Asayîşa PDK'ê rêbaza tirkan li Başûr dide meşandin'   Zeyneb, li ser bûyerên ku li Herêma Federal a Kurdistanê pêk hatî wiha nirxand: "Asayîşa PDK mîna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê şer dide meşandin ji binçavkirina ciwanan û sergirtina malan, heman pêk anîne. Divê hikûmeta Başûr Dewleta Tirk baş binirxine ku di demên pêş de poşman nebe."