Jinên li Qamişloyê: Doza me doza heqîqetê ye' 2019-07-26 09:01:32   Şêrîn Zêrevan-Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Gef û êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û jinên li Qamişloyê dijîn diyar kirin dê wekî her car axa xwe biparêzin û gotin: "Doza me doza bi hezara canfedayên ku li ser vê axê cane xwe fedakirine û doza heqiqetê ye."   Her ku diçe gef û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku di aramiyê de dijîn zêdetir dibe. Di demên dawiyê de dîsa dagirkeran gefên xwe li ser sînorê Girê Spî û Kobaneyê dike. Leşkerên xwe dikişîne li ser sînor û amadekariya şerê sivîlan dike. Jinên li Kantona Qamişloyê dijîn der barê gefên dagirkeran de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin û diyar kirin ku li dijî êrîşan dê xwe biparêzin.   'Em ji gefan natirsin'   Jina bi navê Bediya Hesan di derbarê gefxwarinên dagirkeriyan a li ser herêmên kurdan wiha nêrînên xwe par vekir: "Her dem Dewleta Tirk gefên xwe li ser herêmên me dike. Dixwaze bi van kiryarên xweyî qirêj, vîna gelê kurd bişkine û ji nû ve li herêmê şer dide dest pê kirin. Piştî têkçûna DAIŞ'ê Erdogan hêza wî a şerkirinê nemaye, tenê ji xwere propagandayê dike. Ev tişt ji bo xwe ser piyan bihêle û krîza welatê xwe veşere dike. Ji dîroka Osmaniyan heye niha dewleta Tirk bi dagirkeriyê tê nasin. Lê em wekî jinên kurd ji gefên Erdogan natirsin. Çi pêwîst be em ê bikin."   'Em ferî têkoşînê bûn'    Nîzam Nûrî balkişand li ser berjewendiyên Dewleta Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî rizgarkirina herêman ya bi saya şervanên YPJ/YPG û QSD'ê li di nav gelan de wekhevî û heskirin bêtir xurt bû. Lê ev tişt ne li gorî daxwaza Tirkiyeyê. Tirkiye dixwaze bi hewldanên xwe yekîtiya gelan ji hevdû qut bike û nakokiyan di navbera gelan de çêbike. Lê gef û êrîşên Tirkiyeyê me natirsîne. Em em fêrî têkoşînê bûn.  Doza me doza bi hezara canfedayên ku li ser vê axê cane xwe fedakirine, doza heqiqetê ye."   'Em ê welatê xwe biparêzin'   Nîzam, bal kişand ser parastina welatên xwe wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêza me têrê dike ku em li ber xwe bidin û welatê xwe biparêzin. Hêviya min ev ê ku tevahî gel, sozdarê rêya tekoşîn û berxwedanê bin û rê li pêşiya dagikeriya Tirkiyê bigirin."