ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-26 09:00:00   * Gef û êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û jinên li Qamişloyê dijîn diyar kirin dê wekî her car axa xwe biparêzin û gotin: "Doza me doza bi hezara canfedayên ku li ser vê axê cane xwe fedakirine û doza heqiqetê ye." DÎMEN HEYE    *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad, diyar kir Tirkiyê nahêle ku gel bi rengê xwe bijî û got: "Tirkiye di siyaset û aboriyê de binketiye û dixwaze bi dagirkeriyê axa Başûrê Kurdistanê û Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têk bibe." DÎMEN HEYE   *Di derbarê Dayikên Aştiyê yên Wanê de doz hat vekirin. Derketina li derveyî welat hat qedexekirin û cezayê pere li dayikan hat birîn. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya diyar kir ku daxwaza aştiyê wekî sûc hat dîtin û got: "Dê heta dawiyê têbikoşin." DÎMEN HEYE    *Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Hîhan Elî kiryarên ku li Efrînê pêk tê şermezar kir û bang li Rêxistinên Mafên Mirovan ên cîhanê kir û got: "Jin hedef tên nîşandan û divê jinên ku li Efrînê dijîn bên parastin." DÎMEN HEYE   * Ketina betlanê ya TBMM’ê ya di pêvajoyek têr û tije de, hîna tê nîqaşkirin û di salekê de pêşnûme û lêkolînên hatin kirin bi destê AKP û MHP’ê yek bi yek hatin redkirin. Hikûmetê Peymana Stenbolê li ber çav negirt û  di Plana Pêşvebirina 11’emîn de têgeha wekheviya zayenda civakî jî hat derxistin.   * Berdevka demî ya EGEÇEP Alîme Yilmaz diyar kir ku projeya Bendava Ilisu tê wateya ku qadên herî taybet tune bikin û ji bo Heskîf nebe wek bajarê antîk yê Alîanoî, hîna pir dereng nîne. DÎMEN HEYE   *Fadîme Sayer diyar kir ku kevirê gora kurê wê yê ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû du sal berê ji aliyê polîsan ve hatiye şikandin û da zanîn ku ji bo gora kurê xw nû bike destûra pêwist ji bo wan nayê dayîn.DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz da zanîn ku nêzî 230 mîlyon deynê şaredariyê heye û wiha got: “Şaredariya me her çiqas ji betonê pêkan be jî rastî texrîbatek cidî hatiye. Em ê hemû bi hev re birînên şaredariya xwe bikewînin. Pirsgirêka aborî, texrîbata hatiye kirin çi dibe bila bibe em ê bi gelê xwe re xebatê bimeşînin.” DÎMEN HEYE