Li herêma operasyon heyî keriyek pez şewitî 2019-07-25 11:45:42   COLEMÊRG - Li herêma Hedînê ya li ser sînorê Colemêrgê û Herêma Federal a Kurdistanê ku di encama operasyona TSK'ê de şewateke mezin derket. Hat ragihandin ku di şewatê de keriyek pez jî şewitiye.    Li ser sînorê navçeya Rûbarok a Colemêrgê û Herêma Federal a Kurdistanê ji ber operasyona eskerî şewateke berfireh derket. Şewat heta qada operasyona TSK’ê ya li Herêma Federal a Kurdistanê dirêj bû. Şewata li herêma Hedînê ya di navbera her du sînoran de didome û hat zanîn ku di şewatê de keriyek pez jî şewitî. Hat ragihandin ku leşker destûr nadin welatî mudaxeleyî şewatê bikin.